Navê pirtûkê : INGET ÄR HELIGT.
Fri Tanke, 2022 Pirtûk: 207 rûpele.
Ev pirtûk li ser azadîya dîtin û gotinên xwe pêșkêșkirinê ye, li ser bawerî- û hizrên xwe bi serbestî gotin û belavki rinêye. Lê li ser demokrasîyêye jî û ewe li ser gelek fenomenêndine jî; mîna nijadeperestî/rasîzm,tahamûlê, heqî-neheqî, zilm, civakên vekirî û jîyana serbest û azad bo ferdan, bo grûban û bo civakane jî.
Rasîzm û hemû awayên rasîzmê; li gel mûnaqeșeyan û referensan di vê berhemêde cîhê xwe girtîye. Nivîskar dîtin û bawerîyên xwe vekirî dibêje û li gel teorî- û bi çavkanîyên xwe ve jî girêdide. Nivîskar ji gelek zanyar û pisporên babetê agadarîyan bo me xwendevanan tênê ser rûpelan û evan xebat û zîrekîyan naveroka berhemê dewlemend, qedrbilind û xweșiktir dike. Ezê li vir hinek mîsalan bidim, da babet zelaltir û baștir bibe:
”Ji ber ku August Palm weha got; hûkûmeteke meyî nebaș heye û ewên ku li meclisêjî me temsîl dikin – jîyana karker û belengazan fahmnakin hat cezakirin û ew xistine girtîgehê” (1). Nivîskar dixwazê weha bibêje ku bawerî qedexekirin ne çareserîye û qedexekirin dijberîya xwe diafirênê û wan tiștên qedexekirî meraqtir- û bi qîmettir dikêye. Piștî cezakirina August Palm, di hilbijartinande dengên sosyaldemokratan zêdetirbûn. Anjî bi gotinekedin ”emê nikaribin azadîya akademîkî zêdetirbikin, eger em rê li ber bawerîyên dijberên xwe bigrin, her çiqas em bawerîyên wan çewt jî bibînin”.(2) Nivîskar gelek mîsalan ji jîyana xwe anjî ji der û doran xwe pêșkêșî me xwendevanan dike û ev metoda wê, pedagojîyeke bașa ku wek xwendevan merov hêsantir babetan bikarê taqîb bike. Eger ne wa bê, babetên mîna lîberalîzm, rasîzm, demokrasî ûhw…hinekî ziwa û zahmettir dibin. Nivîskar di dema zarokîtîya xwe de li gel dê û bavên xwe dibîne ku polîs li Uppsala kesên ku di mitîngêdene di parêzê, lê li walatên dîktatorîde li kesên di mitîngande neheqî têtkirin û mînakeke tenê weha dikarê îșaretekbê ku ferqa demokrasî û ne demokrasîyê didê xwîyakirin. Nivîskar her pir caran dibêje ku sensûr û qedexe șaș û nebașe; evan karan dijberan û dijbertîyê xurttir dike.
Nivîskar qala dû kesên/dû îkonên ku ji bo ”gotina azad” gelek fedekarî/qurbanî daane jî dike û ewan Salman Rushdie û Lars Vilks´in. Ev bibîranînjî karekî baș, entelektûelî û cesûrîye.Bijî entelektûalîzm û nivîskarîya camêrî û cajinî. Her çiqas pirtûk li ser van babetên ku me li banî qalkirine û ne li ser kurd û Kurdistanîyêye jî, bi awakî teknîkî û aqilana nivîskar kurdbûna xwe jî bi ser bilindî me xwendevanên pirtûkê agadardike. Ev noktejî, li gor bawerîyamin rexekî pîrozî wê- û felsefa wê ye.
Pirtûkeke hêja û pêwîste di pîyasa dinya pirtûk, kultur û mûnaqeșa demokrasîyêde. Spas nivîskar Sakina Madon.
Çavkanî:1) rûpel, 59-60 2) rûpel, 125