Navê pirtûkê : SEGERSTADEN
Albert Bonniers förlag, 2023
Pirtûk, 362 rûpele.
Ev romana nivîskar Salman Rushdie mîna, hema bêje, hemî romanên wî bi piralîye, li ser gelek babet û pêvajoyan di rawestê ye. Tema romanê bi forma gotûbêjêye/îzahkirin-șîrovekirinêye û hemî qahramanên romanê (û li vir qahraman pirrin) ya xwe dibêjin û ya xwe dikin. Bi gotinekedin her qahraman ya dil ê xwe dibêje û dikê, lê biser-dikeve an na, ew tiștekî dine.
Ji xwe birêz Salman Rushdie bi vê form û metod a xwe têt dinasîn. Mîna min di destpêka vê nivîsêde jî gotibû, pirtûk xwedî gelek tema- û naverokeke dewlemende: gotin û rêzên xweș û delal, formên neqișandî û xweșik , gotûbêjên dilovanî/bi wateyî; lê bi dilșewatî û dilgeșî vê romanê xweș dike, qedr bilindtir dike û wêna dike mîna romaneke hilbijartî.
Mîtolojî, astrolojî, ol û dîn û felsefe(polîtîka, îdeolojî, zanyarîya șer û serkevtinan ûhw.) hinek ji tema´yên romanê na. Tarîxa gelekî kevn yan aborî, çand û kultur û beșêndin yên civak û jîyanê her aktuelin di hemî besên romanê de. Me qala aborî kir; em li vir dibînin ku mîr, melîk, siltan li bazarên ticaretê hevpeymanan, mîna dewletan/împaratoran dikin. Dema ku merov di hindirûwê vê romanê de pir konsentre dibe anjî di xwendinêde kûr dibe; merov dibe belkî nivîskar qala nûha dike – lê roman li ser demên kevne/hezar salan berê ye. Ha li vir hingî, eve pirs aktuel dibe: kevn kengîye û nûha kengîye? Anjî zîrekbûna nivîskar, vê atmosferê di afirênê û edebîyata bi kalîte derdixê holê. Ji xwe birêz Salman Rushdi bi vî cewahirê xwe meșhûre. Gelek pisporên berhemên nivîskar dibêjin ku xwendin û famkirina pirtûkên wî ne pir hêsana û li gor bawerîyamin jî wiloye; ji ber ku min romanên wî hemî yên di van 25-30 salên dawi de xwendina û ji wan hinek not jî girtine.
Di van tema yên roman ê de șer û kuștin heye, hîle û cambazî heye, polîtîka û kultur heye, heye û her heye. Nivîskar bi gotinên xwe yî bi wate, dikevê mîna deryayên kûr û bê hûdûd û di nivîsê û her di nivîsê. Ew nivîsên xwe bi lorîn û gotinên xwezayî dibêjê, wek mîna: ”...bi jinên xwe yî șervan, bi çîyayên xwe yî ji zêr, bi atmosferên xwe yî merdî û camêrî…” (1) anjî ”… bi hezaran keșîș/papaz, xizmetkar, karsaz/tûccar, sanatkar, mûșawîr, meyzekerê fîl û meymûnan û kesên din ku îș û karén din dikirin..” (2) anjî ”…kûçikên bê xwedî û çêlekên zeîf li sikakanbûn, darên bê pel û bê gul û azman bi papegoyan tijî dibû…”(3)
Çend rêzên din: ”…Jîyan gogeke(top) di destênme de ye û em biryarê didin, ku ma kîjan leyistikê pê bi leyizin..”.(4) ”…Eger ewan bixwe gûhertinan ne xwazin, kesek wê nikaribê wan bûgherînê…”(5)
Di babeta wekhevîya di nabeyna jin û mêran de nivîskar gelek enerjîya xwe xerc dike, da bo me xwendevanan agadarîyên hêja bo wan deman bide: ”…Dîtinên jinan di derhaqa erotîzmêde ji yên mêran entresantirbûn.”.(6)
”…Jin di civakêde xwedî statûsên bilind û xwedî rolên giringbûn.(7)
Em bi gotin û felsefa nivîskar ya baș û xweș berdewam dikin; li ser refah û hûzûrê jî ewî qahramanên romana xwe weha dide peyîvandin:
”…Li hemî meydanan çalan ava bikin, da kesên tî avê vexwin û yên lewitî jî xwe bișon…..Av ji șerên serkevtî jî bêhtir evîndarîyê çêdike.(8)
”…Min famkir ku ew civatên ku zilam li wir serdestbûn, zilma kêmkesan li ser gelekkesan/li ser gel hebû – lê min fam nedikir ku çima gel wê zilmê qabûl dike; û ez weha hizirîm ku belkî dijderketina gel karêt bibe sebeba hê bêhtir êș û zilmê. Êdî min hew ji însanan hez dikir, min vêce hez ji çîya, mûzîk, daristan, dans, çemên mezin, stran û derya dikir.(9)
”…Dema melîk û yên dora wî goștê xizal, kevok û kewan dixwarin, kesên feqîr kitik/pisîk, marmarok û cird dixwarin…”.(10)
Notek cûda: dema serokdewleta Îrana/Humeyni fermana qetlkirina birêz Salman Rushdie da, ji Akademîya Nobela Swêd hinek nivîskar, mina Kerstin Ekman û çend kesên din, ji akademîyê îstifakirin; ku çima akdemîyê bi beyanekê piștgirîya wî nekirîye. Eve wê her weke kêmasîyek bi mênê di tarîxa xebatên akademîyêde. Wan piștre V.S Naipaul xelatkirin, kî Naipaul jî ne kesekî kême – lê li gor analîza min akademîyê xwest hinekî xwe paqij bike(vîjdan azabi - bi tirkî) ji ber ku bi rastî Rushdie û Naipaul gelek rexên wan yên mûșterek hene û akademîyê bo xatirê șovenîzm anjî oportunîzma xwe, xelat ne dane Rushdie – wan dane Naipaul – wan mesele kirne mina kompensesyonê. Axir, dîse jî bașbû ku hemî endamên akademîyê ne mîna hev di hizirîn û hineka ji wan berpirsiyarîya xwe yî entelektûelî terk nekirin. Bijî entelektûalîzma cesûr, lê bi zanyarî.
Çavkanî:
1-3) rûpel, 11 -24
4-7) rûpel, 83 - 112
8) rûpel, 181
9) rûpel, 217
10) rûpel, 336
Nuri Aldur