Nuri Aldur
Navê pirtûkê : Oceanen. Albert Bonniers förlag, 2022
Pirtûk: 256 rûpele.
Oceanen romaneke li ser jîyana feylezof Rousseau´ye; lê tenê li ser 45 rojane – yanî ji dema 9 ê êlûnê ta 24 ê çiriya pêșîn(oktober)e. Ev kurtejîyan/45 roj, jîyaneke bi êș, kul û derd û bi gelek zahmetîyana. Erê Rousseau 45 rojên xwe yî sûrgûnê li grava Saint-Pierre li cûmhûrîyeta wê demê ya Bernê(Îswîçra iroj) derbaskirîye. Rousseau xwedî bawerîke felsefîbû, maddî/materialîstbû anjî bi kurt û kurmancî merov karêt bibêje ku ateîstbû. Bê guman Fransa, Îswiçra anjî welatêndin yên Awrupa dema hingî gelekî dîndar/oldar û xaçperestbûn. Dêr(xwedî erd û milk bû/dewlemend bû) û arîstokrasî gelek caran hemfikirbûn, dema babet dibû mesela dîn û dêrê - her çiqas armanc û hedefên wan ne yekbûn û jev dûrbûn jî. Ha di vê demê de bawerîyên feylezofê me li der û devaran belav dibû û hema bêje ku fermana wî dihata dain. Hingî bû ku ew ji Fransayê revî û çû mentîqa Bernê, grava Saint- Pierre.
Wî her dem bawerdikir û di tirsiha ku cendirmên fransizî werin wî bigrin û bi kujin. Evqas tirs û nexweșî, ne besbûn û bi serde li gravê jî hûzûr û xweșî jêre nedihiștin. Li vir jî ji gundên der û dor xelk dihatin, kevir û dar diavêtina xanîyên ku ew û hevjîna xwe lê di man. Qîj qîj dikirin û dibakirin ku ewê wî bikujin. Ji ber ku li mentîqê navê wî mîna xwedanenas hatibû belavkirin û ew weke ku dijî dêr û dîn dihata nasîn. Dema min ev neheqî û zilm di nav xetên pirtûkêde didîtin û dixwend manzarayên Rojhelata Navîn anjî yên konînenta Asya (Bangladesh/Pakistan/Endonezya/Îran/Tirkîye ûhw…) di hatin ber çavênmin. Lê tiștê ecêb ewe ku eva dihat serê Rousseau berî bi nêzîkê 300 salîye, lê li dinya îslamê van 30-40 salên dawî ma çiqas kes hatin gûrandin/qetilkirin. Kesên ku ew neheqî û zilm li Rousseau dikirin, dîse jî ew ne kuștin – lê li welatên îslama fanatîzm dilrahmî û dilșewatî hîç tuneye; Salman Rushdi, Taslime Nasrin, Lars Vilks, Turan Dursun tenê çend kesin ku ez li vir binavdikim, lê helbet bi hezaran kesên aktivîst û kurdperwer jî hatin kuștin(salên 1990 an li bakurî welatê me ma çend hezar kurd ji alîyên îslamîstan ve hatin kuștin). Dash, el nusra, mûcahidîn, hizbullah, hamas û gelek grubêndin û yên mîna wan dest bi xwînin û dijminên însanîyet û medenîyetê ne.
Ezê bi çend gotinên balkêș, lê hêja, ji romanê bo we xwendevanan darî çavkim- û resensîyona xwe li vir tewaw bikim: Dido ji van gotinan li ser tendûrûstî ya felezofê me, yekedin jî li ser natûr/tabîatê û ya din jî li ser felsefe/civakê anjî bi zimanên îroj merov karêt bi bêje ku li ser polîtîkayê ya:
Li gel pirr derd û zehmetîyan problemên Rousseau yên tendûrûstîyê jî ne kêmbûn; wek mînak ezê nexweșîya wî ya îdrarê/mîzê ku qolinc û êșên giran lêdikirin ku wî bi zehmetî dikarî çend dilopên mîzê bike û vê êșê wa dikir ku wî bikuje. Her çiqas wî derman(șiklên gîya û gulan) bikartanîn jî lê bê feydabûn û vêna malik lê xaradikir. (1)
Gelek sibehan wî nikarîbû ji textê xwe rabê, bimeșê û herê destava xwe bike.(2)
Sîha ewran li ser gelî û newalanre derbasdibe. Pêlên kurt yên golê têne nêzîkî plajê, lê ji dûrve ewan rast û spî xwîyadikirin. Û di hindirûwê binê darêde jî ba bêdenge, tenê dengek jî ji wan hemû pelên ser wî re, nayê.(3)
”Eger neteweyek bi sed salan di bin îdareyên pîs de jîyabe…..û ew dibînin ku hemû hebûnên wan tên dizîn û talankirin; ewan wê îsyan bikin û ji xwe ya rastîn jî ewe. Neteweyên ku hij xwe kirî- û bi xîretbin neheqî û zilmê bi xweșîya xwe qabulnakin”.(4)
Çavkanî: 1) rûpel, 122 2) rûpel, 226 3) rûpel, 96 4) rûpel, 78