Resensîyonek li ser pirtûka nivîskar Thomas Bergholtz

.

Navê pirtukê : Din granne vid Sergels torg.                                                                            Hjalmarson & Högberg: 2022  Pirtûk: 164 pele.      

Pirtûkeke li ser kar-  û xizmeta/servîsa Kulturhuseta li Stockholme anjî li Sergels torg´ye. Nivîskarê vê pirtûkê gelek salan li enformasyona vê enstîtûyê/vê dezgehê kar û xebeta xwe yî – li gel pir zehmetî û serêșîyan – ku wî giring didît û bi dilxweșî domandîya. Wî hemû serpêhatîyên xwe anjî tecrûbeyên xwe yên salan, dehsalan anîye ser kaxazê û xwestîye ku bi me xendevanên xwe re parvebike. Di nav vê xezîna serpêhatîyande, kî ku dibe malê edebîyata ziman û kultura swêdî, șîrove û analîzên nivîskar gelekin û evan analîzan li ser gelek fenomenên jev cûde –cûdana. Dema merov wan dixwênê hem karêt bikenê, lê hem jî bigirî. Ji ber ku bi sedan, bi hezaran pirs ji personal têt pirsîn û bersiv ji wan têt xwestin. Rewș gelek caran dikevê atmosferên komîk lê bê goman kêlîyên pir cidî û metirsî jî ne kêmin. Rojê ji heft hezar bêhtir kes vê enstîtûyê zîyaret dikin. Di nav van kesên ku zîyaret dikin de anjî berhem- û aktîvîtêtên ku li vir hene, di derheqê pirtûkandeye, pirtûkfirotinêdeye, hûner pêșkêșkirinêde ye, firotina çand- û kulturêdeye. Babet jev cûda ne, mîna feqîrtî, panîk û nexweșî, xwendekarî, tenhatî, narkotîka û her wekî tiștên din ku merov naxwazê bibhîzê û bizanê hene.  Hinek enformasyona rojane eve:

¤  45 000 pirtûkên li ser hûner û çandê hene.(1)                  

 ¤  Bavê Mohammed Ammouri(ew kurkê ku li bajarê Linköping di 2004 an de hatibû kuștin) kafêyeke xwe li Kulturhuset vekirîye û dema personal ev agadarî bihîstin çûn û ew bi gulan silavkirin/bixêrhatin dane wî.(2)                                                                                       

 ¤ Gelek kesên nas û navdar, mîna Göran Persson, dîplomat Sverker Åström, vicepresîdentê USA  Al Gore, Salman Rushdî, melîk û melîka swêdî, Gudrun Schyman, Mona Salin, Lars Ohly û gelekedin li wir dihatin dîtin.     

¤ Carekê jî nazîstan hatin semînêra Helene Lööv sabote kirin/xerakirin.                                                                       

Em karin hinek ji wan pirsên ku merov hem karêt bi wan bi kenê û hemjî bigirî, ji bo we xwendevanan pêșkêș bikin:                                                                                          

 ¤ Where goes the train ?    Sorry?                                                                               

This the train station?  No, sorry it´s not.                                                                      

¤ Vet du när pendeln till Märsta kommer?                         

¤ Zilamek bi cilên keșîșan û di destde êncîlek hebû û di pirsî – ezê li kû îsal Jesus/Îsa bibînim? Li qatê 3 yan min gotyêde, mi got belkî ew li tîyatroyê digerihê.                                

¤ Jinek hate enformasyonê û got: ”ezî tiștekî bipirsim lê niha nayê bîramin?                                                                     

¤ Kesekîdin hat û got ku belkî pirsamin bo te ecêb bê!    Min got xemnakê, ez fêrbûma ji pirsên ecêb! Û pirsa wi ev bû: Çima du qul di kursîyê tuwaletêde hene?        

Kesekîdin jî weha pirsî: Gelo merov çilo diçê Klara teater?                                                                                 

Min gotyê ku ew divê herê sikaka Drottninggatan 34   Wî dîse pirsî ku ma ew li kuderêye?

Min got ku ew li sikaka Drottninggatan 34 a. Hinek enformasyona/statistîka rastî/fakta:                      

¤  LI Kulturhuset ê 450 kes dixebitin.                                      

¤  Di salêde nabeyna 5000 û 6000 programên jev cûda aktuelin.                                                                                       

¤ 5 – 6 cafê/restorang hene.                                                  

 ¤ Di salêde ji 3,5 milyon bêhtir zîyaretçî hene.               

Nokteke din ku trajîke, çend caran di pirûkêde têt qalkirin li ser șêfê wan yên berêye: Benny Fredriksson. Di dema Metoo´de wî xwe kușt - nivîskar û hinekedin di pirtûkêde bawerîyên xwe weha pêșkêșdikin; ku heqsizî/ îftîra lê hat kirin û evan gilî û îftîran derew û bê bingehbûn.

Çavkanî: 1) rûpelê 61 ê  2) rûpelên 74 – 75 an. 3) hemû hejmar û hejmarên statistîkê yên nivîskarin û ji pirtûka wî ne.  

 

                                                           

 

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike