Resensîyonek li ser pirtûka nivîskaran... Christian Von Essen û Henric Smolak

Nuri Aldur

Nuri Aldur     

 Christian Von Essen û Henric Smolak.  Navê pirtûkê : NU FATTAR JAG  Lava förlag, 2022 Pirtûk: 222 rûpele.                                                               

Ev pirtûk li ser internet, IT û digîtalîtîyê ye; lê ne gelekî li ser teknikalîtêtane anjî bi gotinekedin ne li ser bê ma merov çawa teknîkê bikartênêye. Pirtûk bi awakî hinek felsefî anjî tarîxî li gor kronolojîya(endustrîyalîzm, teknolojîk û digîtalîzm) pêșkevtina sosyo-ekonomîk û sosyolojîk ya civakan hatîye amadekirin. Van pêșkevtin û gûherînên ku di zîraetêde, di aborî û ticaretêde, di beșên din yên jîyanêde hûr hûr îzah- û șîrovedikine.      

Ha ez vê jî bibêjim ku ez bixwe di digîtalîzmêde ne gelekî jêhatîme, lewra ez bi zanistî van pirtûkên ku li ser vê branșêne dixwênim - da zanyarîyamin di hinek noktande baștirbibêye anjî tiștne herî nû bibihîzim- û fêrbibime.  Fenomenekedín ku di vê berhemêde herî giringe û li ser gelekî têt sekinandin jî   ”Artificiell intelligense”(AI) (vergera vê gotinê bi kurdî gerek wehabê: qabîlîyeta makîne- û aletan ku mîna qabîlîyeta însanane, lê ji însanan zûtir û baștir tiștan diafirînê- û amadedikêye). AI ji nûha de jî ketîya faalîyeta çêkirina xwarinan, derman, perwerdekirin, parêzerî, bîyolojî ûhw. Evan guherînan bandorake mezin li ser norm- û kulturan jî dike û karêt civakan xweș û rehetbikêye – lê bê goman ew dikarê hinek civakan(mîna yên aktorîter û dîktator) jî ser û binhev bikêye.                                           

Lê bi kurtayî merov karêt weha bibêje ku AI ji însanîyet û jîyanêre bașa û jîyanê bo kesan hêsantir û xweștir dikêye.                                                                                      

¤ AI karêt nexweșîyên psîkolojîk zûtir agadarbike            

¤ AI karêt alternatîvên baștir bo kesan nîșan bike           

¤ AI karêt di transport- û trafîkêde xizmetên mezin bike 

¤ AI karêt di aksîe-  û fondande agadarîyên giring bidê   

Lê helbet mîna hemû tiștan AI jî divêt bi balans bêt bikaranîn û eger ne wa bê, wê hingî negativîzm jî çêbibêt – bîlhesa bo zarok û xortan.

Ezê resensîyona xwe bi çend gotinên nivîskarên vê berhemê tewaw bikim:                                                          

”Wê di pêșerojêde rola AI hê zêdetirbibe. Nûha AI karêt analîzên rontgenan bike, karêt prognosan bo nexweșên kanserê bike û belkî di nêzîkde wê bi karêt tedawîyên kesan jî bikêye”. (1)

”Ilim/AI  nûha vekirî û hișkere îzah dike bê ma problem çîye û bê ma ew problem wê çawa jî çareser bibêye”.(2)  

 

Çavkani:

1) rûpel, 159.

2) rûpel, 198.