Doh 25ê Sibatê, li Demîr Otelê danasîna 'Rêbera Rastnivîsînê' ya ji aliyê 18 zimanzanên li çar perçeyên Kurdistanê û dîyasporayê ve bi xebateke 2 salan hatiye nivîsandin, hat kirin.
Rêvebiriya Weqfa Mezopotamyayê pêşî taşteyek da çapemeniyê û behsa xebatên xwe li ser zimanê kurdî kir.
Dûre, bo danasîna xebata 2 salan 'Rêbera Rastnivîsînê' resepsiyonek encam da. Di resepsiyonê de ji bilî çapemeniya kurdî, gelek nivîskar, rewşenbîr û weşanger jî bi baldarî di resepsîyonê de amade bûn.
Xebata amadekirina Rêbera Rastnivîsandinê 2 sal û 6 mehan dewam kir. Zimannasên 4 aliyên Welêt yên wekî Malmisanij, Mahmûd Lewendî, Samî Tan, Zana Farqînî, Behroz Şucaî, Newzad Hirorî û hîn gelek zimannasên pispor gihîştin hev û di encama nîqaş û guftûgoyan de ev rêber hat amadekirin. Di pirtûkê de, xalbendî, nivîsîna tarîxê, nivîsînsa hejmaran, tewang, kurtkirin û nivîsîna hin bêjeyan û hîn gelek xalên girîng cih digire. Profesor Evdilwehab Xalid li Zanîngeha Zaxo akademsîyen e û di amadekirina Rêbera Rastnivîsînê de cih girtiye. Xalid daxwazê ji Kurdên Bakur dike ku li zimanê xwe xwedî derkevin û zimanê xwe bi rêk û pêk bi kar bînin.