Îro 26.04.2025, Weqfa Îsmaîl Beşîkçî şaxa Diyarbekirê bi minasebeta ciyê xwe yê nû resepsîyonekê pêk anî.
Di resepsîyonê de Dr. Îsmaîl Beşîkçî, rektorê ÎBVê Îbrahîm Gürbüz û berpirsê şaxa Amedê Nezîrî Çibo her yek ji wan axaftinek kirin.
Di vê merasîmê de gelek kesayetên naskirî, rewşenbîr, siyasetmedar, nûnerên Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) û dezgehên medyayê beşdar bûbûn.
Resepsîyon bi sohbetên germ qediya.
Rûpela Nû/Diyarbekir