Reşnivîsa destûra Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê hat gotûbêjkirin

.

 Li paytexta Herêma Kurdistanê bajarê Hewlêrê ev 3 roj in reşinvîsa destûra Kurdistana Sûriyê tê gotûbêjkirin.

Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî ji bo 3 rojan komxebatek ji bo gotûbêjkirina reşinvîsa destûra Kurdistana Sûriyê li Hewlêrê birêve bir, ew reşnivîsa destûrê di sala 2016an de hetiye danîn.

Nûnerê Partiya Yekîtî Kurdistan Sûriyê li Herêma Kurdistanê ji Rûdawê re got, di civînên li Hewlêrê de aliyên beşdar nerîn û pêşniyarên xwe derbarê reşnivîsa destûrê de diyar dikin.

Navenda Ewropî ji bo lêkolînên Kurdî pêşniyara birêvebirina navçeyên Kurdî li Sûriyê amade kiriye û li ser wê yekê kar dike.

Pêşniyara birêvebirina herêmên Kurdan ên li Sûriyê

- Kurdistana Sûriyê herêmeke Sûriyê ye

- Kurdistana Sûriyê yekîneyeke siyasî û yasayî ye bi ciyografiyeke hevgirtî di nava dewleta Sûriyê de ye

- Herêma Kurdistana Sûriyê herêmeke demokratîke û di bin banê desthilata dewleta yasayî de ye

- Navenda hikûmeta herêma Kurdistana Sûriyê bajarê Qamişlo ye

- Dadgeha destûrî ya herêmê li bajarê Kobanî ye

- Banka navendî ya herêmê li bajarê Efrînê ye

- Ala herêma Kurdistana Sûriyê ji 3 xêzan pêk tê û rengên wan ji jor ber bi jêr ve: Sor, Spî û Kesk in û di nîvê wê rojeke zer bi 21 tîrêjan heye

- Zimanê fermî yê herêma Kurdistana Sûriyê, Kurdî, Erebî, Suryanî û Asûrî ye

- Herêm di cîbicîkirina biryarên hikûmetê de berpirsyar e

Pêşniyara birêvebirina herêmên Kurdan ên li Sûriyê

- Kurdistana Sûriyê herêmeke Sûriyê ye

-Kurdistana Sûriyê yekîneyeke siyasî û yasayî bi erdnîgeriyeke hevgirtî di nava dewleta Sûriyê de ye

- Herêma Kurdistana Sûriyê herêmeke demokratîk di bin banê desthilata dewleta yasayî de ye

-Navenda hikûmeta herêma Kurdistana Sûriyê bajarê Qamişlo ye

-Dadgeha destûrî ya herêmê li bajarê Kobanî ye

-Banka navendî ya herêmê li bajarê Efrînê ye

- Ala herêma Kurdistana Sûriyê: Sor, Spî, Kesk û di nîvê de rojeke zer

- Herêm di cîbicîkirina peywirên hikûmetê de berpirsyar e

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn