Reuters: Amerîka firokeyên F-16 dide Kîevê

.

Ajansa Reutersê li ser zarê berpirsekî bilind ê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê belav kir, îdareya Joe Biden rizamendî daye li ser şandina firokeyên F-16 bi rêya Holanda û Danîmarkê bo Ukraynayê.

Li gor ajansa Reutersê, Amerîkayê daxwaz ji Holanda û Danîmarkê kiriye demildest rahênana firokevanên Ukraynî li ser firokeya F-16 bi dawî bikin, da ku F-16an radestî Kîevê bikin.

Ajansê behsa wê yekê kiriye, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken herdu wezîrên derve yên Holanda û Danîmarkayê bi fermî agahdar kiriye ku rizamend bin li ser şandina F-16an bo Ukraynayê.

Li aliyekî din, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky ragihand, Almanyayê du sîstemên pêşketî yên avêtina mûşekan radest kirine, ku bandoreke mezin li ser arasteya rêrewa şer dike.

Volodimir Zelensky eşkere kir, hevahengiyên wan ligel hevpeymanên wan, roj bi roj bihêztir dibe.

Kurdistan Haberleri

Ewropa defterên kevn vedike û hesabên xwe li Kurdistanê nû dike - Ziryan Rojhilatî
Gelo îhtimal heye ku Tirkiye S-400an bibe Sûriyeyê?
Serok Barzanî: Herêma Kurdistanê dê her hêlîna bihevrejiyanê be
Suhbeta romannivîs Mîran Ebraham
Ano Cewher: Serok Barzanî bi yek çavî li tevaya pêkhateyan dinêre û parêzerê tevan e