Navenda Nûçeyan- Ajansa Reuters ragihand, zêdebarî ragihandina agirbestê artêşa Tirkîyê li ser êrişên xwe li dijî Rojavayê Kurdistanê berdewam e.
Şeva borî Amerîka û Tirkîyê li ser ragihandina agirbesteka demkî li Rojavayê Kurdistanê li hev kirin. HSD û YPG jî agirbest qebûl kirin û ragihandin, ewê ji saet 22:00 agirbestê bicîh bînin.
Lê ajanasa Reutersê ragihandîye, artêşa Tirkîyê guh nade agirbestê û heta niha jî bajarê Serê Kanîyê topbaran dike û çekdarên alîgirên wê jî êrişî şervanên HSDê û xelkê ji bajêr dikin.
HSDê jî daye zanîn ku artêşa Tirkîyê Serê Kanîyê dide ber topan û çekdarên alîgirên wê jî êriş dikin.