Amerîka dixwaze vê heftiyê mijara xwepêşandanên xelkê Îranê bigehîne Encûmena Asayîşa Navnetewî ku derbarê rewşa mafê mirovan de li Îranê dest bi lêkolînên bêalî bê kirin.
Vê derbarê de ajansa Reuters ragehand, biryare roja Çarşema bê bi destpêşxeriya Amerîka û Albanya (Arnavutluk) ve Encûmena Asayîşa Navnetewî rûniştineke awarte birêve bibe û guhertinên dawî û pêşkeftinên rewşa Îranê û mafê mirovan a li welatî gotûbêj bike.