Navenda Nûçeyan - Ajansa nûçeyan a Reutersê dîyar kir ku Tirkîyê ji ber belavbûna vîrusa korona aktîf kirina S-400 ên ji Rûsya hatibûn sitandin, paş xistîye.
Reutersê bi zimanê karbidestekî Tirk dîyar kir ku Tirkîyê aktîf kirina sîstema berevanîya S-400 betal nekirîye, lê ewê ji bêr vîrusa korona bi derengî çêbe.
Mûşekên S-400 ên ku Tirkîyê ji Rûsya kiribûn di navbera Enqere û Washingtonê de girjî çêkiribû.
Qesira Spî dixwaze ku Tirkîye sîstema S-400 nexebitîne, lê karbidestên Tirk didin zanîn ku ewê wê sîstemê aktîf bikin.