Rêvebera nahyeya Kirîstiyanan: Pêşmergeyan destanên mezin ên qehremaniyê nivîsandin

.

Rêvebera nahyeya Elqoşê ragihand, “Pêşmergeyan destanên mezin ên qehremaniyê li vê navçeyê nivîsandin.”

Rêvebera nahyeya Elqoşê Lara Yûsif Zara roja Pêncşemê 2yê Sibata 2023an hevpeyvîneke taybet bi nûçegîhanê Rûdawê Nasir Elî re kir û got, “Xelk di ewlehiyê de dijiyan, tu kesekî ji xelkên deverê weke koçber li Duhokê nabînî, hemû vegeriyan, ji ber ku Pêşmerge hene û ewlehî û aramiyê li navçeyên me diparêzin. Em dikarin van navçeyên xwe berawird bikin bi wan navçeyên din re, ku ne di parastina Pêşmergeyan de ne, cudabûn gelek e, weke Til Kêf, Betnaya, Qereqoş, Bertilla, cudabûneke mezin heye.”

Rêvebera nahyeya Elqoşê Lara Yûsif Zara li ser alîkariyên Macaristanê yên ji bo nahyeya wan diyar kir ku piştevaniya çend projeyan kiriye, wek avakirina dibistanekê li Elqoşê û projeya çandiniyê. Her wiha li Tilsiqofê jî projeyeke kreşê vekirin û avahî li ser navê wan hat çêkirin. Dêra Tilsiqofê jî nûjen kirin.

Hevpeyvîna Nasir Elî ya bi Rêvebera nahyeya Elqoşê Lara Yûsif Zara re:

Rûdaw: Destpêkê ez dixwazm liser wê çendê baxivm ka çîroka serkeftina te çi bû? Lidor wê biryarê ku bibeye Rêvebera Nahiya Elqoş ku navçeyeke madeyê 140 e, tee v biryare dabû? Biryareke bi zehmet nebû?

Lara Yûsif Zara:  Yekem tişt ez ê kurteyekê li ser jiyana xwe ji te re bibêjim. Ez Lara Yûsif Zara me, jidayikbûya 1982, Bexda, bi resen Elqoşî me. Li Bexdayê jidayik bûm, heta 2001ê, min xwendina amadeyî li Bexdayê bidawî kir, piştre xwendina zanîngehê li Mûsilê bû, êdî ligel dê û bavê xwe çûme Elqoşê, ji bo xwendina zanîngehê li Mûsilê biserî bikim. Min bawernameya Bakaloryos di Rêveberî û Abûriyê, Beşê Jimêryariyê de, wergirt. Piştre weke mamosteya Zimanê Siryanî li Elqoşê, hatim damezrandin, serbarî pisporiya min di jimêryariyê de, min li Amadehiya Bazirganiyê, waneyên jimêryariyê didan. Êdî Zimanê Siryanî û jimêryarî yên matreyala pisporiya Bazirganiyê bûn. Heta dema 6 salan min weke mamoste kar kir, li kêlekê jî çalakiya min ji aliyê mirovî ve hebû, bi taybetî di dema bûyerên 2014 de, dema ku Rêxistina DAIŞê Neynewa û Deşta Neynewayê xistin jêr kontrola xwe, wiha jî koçberiya ku ji wan navçeyan ber bi navçeyên me de bû, êdî hevahengiya min, weke xwebexş, ligel parêzgeha Duhokê hebû, ji bo hevahengiya karûbarên koçberan ligel rêxistinên ku komek û alîkarî ji van koçberan re, li nahiyeya Elqoşê bi giştî,  pêşkêş dikirin, lewra Elqoş ji nahiyeyên mezin e, derdora 42 gundan li xwe digire, êdî pêwîstî bi kesekî hebû vê hevahengiyê ligel rêxistinan bike, ji bo ku bi awayekî bêserûber kar nekin, êdî min di vî aliyê mirovî de, kar kir, di dema kontrolakirina Rêxistina DAIŞê de û berî wê jî, sala 2013 heta 2014 hilbijartin bûn, ango berî bûyerên DAIŞê, hilbijartinên Iraqî bûn, ji bo parleman, herwiha ez ji bo parlemana Iraqê berbijêrkirî bûm. Min dengên baş bidest xistin, lê di dema wê de, sîstema hilbijartinê ya (Sainte-Laguë) bû, ji bo lîstên serkeftî, lê şensê wê lîsteyê nebû, ku bi kotaya Kiristyanî beşdar bibû, lewma ez xwe weke neserkeftî di hilbijartinan de nabînim, ji ber ku derbarê min, beşdarbûn bi xwe serkeftin bû. Dengên min bi dest jî xistin, ku yekem beşdarbûna min bû di hilbijartinên parleman de, bo min surpriz bûn, ji ber ku berawird bi hin beşdarbûyên din, min gelek deng bidest xistin, li gorî temenê min û ezmûna min, ji bo min bi xwe serkeftin bû. Vê serkeftinê jî ez ber bi hin serkeftinên din ve birim. Herwiha min di warê pêkvejiyana aştiyane de kar kir, karînên danûstandinê, herwiha min beşdarî di çend workşopan de kir, çi li parêzgeha Duhokê be yan li Hewlêrê be, li çend navçeyên din jî min beşdarî di workşopan de kir. Wiha jî me geşt kir û çûme Tirkiyê, hingê, çalakiyeke rewşenbîrî hebû, li ser rola jinê, di ragihandin û çandê de. Helbet ev qonax berî berbijêrkirina min bû ji bo rêveberiya nahiyeyê di 2017 de, êdî valahî li rêveberiya nahiyeya Elqoşê de çê bû, ji bo ez xwe kandîd bikim da bibime rêvebera nahiyeyê, helbet mercên ku dihatin xwestin li cem min peyda dibûn, û arezûya min jî hebû, lewma min xwe berbijêr kir ligel hin berbijêrên din, êdî bi dengên piraniya endamên Encûmena Nahiyeya Elqoşê ez serkeftî bûm û bûme rêvebera wê nahiyeyê, ji 2017 ve heta îro.

Rûdaw: Li dor wê biryarê ku bibiye Rêveberiya Nahiya Elqoş ku yek ji navçeyên madeyê 140 e, te ev biryare da? Ne bi zehmet bû?

Lara Yûsif Zara: Tiştê ku kesên din zehmetiyê tê de dibînin, ez xwe wêrek tê de dibînim, lewma ez dibînim çima em vê rêbendê naşikînin, ku hin kesên din zehmetiyê di cîbicîkirina wê de dibînin, di standina biryarine wiha de, yan avêtina gavine wiha, vêce bila em xwe ezmûn bikin, eger em biser bikevin, êdî tiştek nîne mirov tê de ji mirov cuda be, em hemû mirov in, çi jin be yan mêr be, bila em rola serkirdayetiyê ya jinê ezmûn bikin, wê çawa be, êdî min ev ezmûn kir, û min diyar kir ku jin dikare serkirde be, di çi warê ku zilam tê de biser dikeve, ew jî dikare biser bikeve û dibe di hin tiştan de, li pêşiya zilam jî be. Helbet tiştekî 100 ji sedî nîne, lê her tişt bi rêjeyî ye li jiyanê, ne wateya wê ye ku jin li cihekî biser ket, na wê ji zilam serketîtir be, êdî her tişt di jiyanê de rêjeyî ye, li gorî kesayetiya mirov û karînên wî.

Rûdaw: Çawa te hewl da ku hemû pêkaheteyên vê navçeyê weke Kirîstiyan, Êzidî û Misilmanan razî bikî? Te çewa reftar digel hemûyan kiriye û çawa dikaribû hemûyan razî bikî?

Lara Yûsif Zara:  Erê, ev her çar pêkhateyên sereke lê hene, ew jî Kirîstiyan, Êzidî, Misilmanan Kurd û Ereb, herwiha Kirîstiyan jî Kildan û Aşûrî hene. Ez kêfxweş im di serederiyê de ligel van hemû pêkhateyan li nahyeya Elqoşê. Ez zehmetiyê tê de nabînim, eger me zehmetiya tiştekî ragihand, êdî divê em li cihê xwe rawestin, lê eger em bikaribin serederiyê ligel van hemû pêkhateyan bikin, bila rexne li me bibin, ne kêşe ye, ji ber ku çi kesê di karê wî de rexne lê nebin, naxwe wateya vê ew e ku ew kar nake. Lê dema rexne lê bibin, wate ew e ku kar heye. Helbet dema mirov karekî bike wê hin kes hebin ji karê wî nerazî bin, weke mînak, tiştekî neyasayî yan ne li gorî sîstemê û rênimayan heye, ez jî qebûl nakim, ji ber ku ne li gorî wan rênimayan in ku ji me re tên, ez jî neçar im bi cîbicîkirina sîstem û yasayê pabend im, wiha dibe ev kes ji min bêzar bibe, lê hin kesên din hene di vê yekê de digihêjin, ku dibêjin, ew sîstem û yasayê cîbicî dike. Ez jî weke çi kesê din im, hin caran di mijarên wiha de, rexne wê li min bibin. Hin kes û alî jî hene dibe siyasetkirina mijaran bikin, ango karên kesên din bi siyasetkirin bikin ji bo berjewendiyên xwe. Hin alî jî hene, ji dema ku min rêveberiya nahiyeyê wergirt, digot, ev jin e, gelo zilamek nîne rêveberiyê bike, heta ku jinek tê rêveberiya nahiyeyê dike! Ev bîrkirin jî li nav civakên me heye. Lê dawiyê wan ev bîroke pejirand ku jin dikare serkirde be, weke zilam.

Rûdaw: Ew karên te kirin di salên derbas bûyî de, diyar dikin ku weke zelamekî to karî hemû karakî encamp bidey?

Lara Yûsif Zara: Ti cudabûn tê de nîne, zilam û jin, ti cudabûn nîne. Berevajî wê jî, ez dibînim ku jin im, ez dikarim bêhtir kar bikim, derî bêhtir li ber min vedibin, ji ber wêrekiya min, ji ber rijdbûna min, lewra prensîba rijdbûnê û çoknedanînê û nevegerê li cem min heye. Herdem prensîpa hewldanê li cem min heye. Tiştekî din jî, yek ji razên serkeftina her kesekî ew e ku, ez ligel kesên hemberî xwe bi heman şêweyê serederyiya wan nekim, lê belê weke ku ez dibînim, li gorî prensîpa xwe, weke mînak, kesk ji min bêzar bû, ji sedemên kesayetî yan siyasî yan çi sedemeke din be, dema ev kes pêwîstiya wî bi min hebe ji bo çi karî be, li cem min be yan pêwîstiya wî bi min hebe ji bo karekî li cihekî din, divê ez alkariyê jê re pêşkêş bikim û tiştê ez dikarim jê re peyda bikim, nabe bi tolstandin serederiyê ligel wî bikim, nabe ez bibêjim, vî kesî filan rojê bi xirabî behsa min kir, êdî ez karê wî nakim, şêweyê tolstandinê berdewam me vedigerîne paş, helbet ew sedema sernekeftinê ye.

Rûdaw: Vê nahyeyê ciyawaziyek digel nahiyên din heye, ji ber ku nezîkî eniyên şer bûye û heya niha ji wan navçeyan e ku nakokî li ser hene, gelek pêkhateyên cûda weke Êzidî, Kirîstiyan û Misilman li vir dijîn, ji sala 2017an heya niha, weke diyar hindek karên giring hatine kirin rola we çi bûye? To çewa karî berdewam bi li ser karê xwe?

Lara Yûsif Zara: Xizmet. Helbet prensîba xizmeta welatî, ew bingeha sereke ya her berpirsekî ye. Divê berpirs xizmeta welatî bike, bi çi mercan be, olî bin, etnîkî bin, ez li gorî intîmaya welatî serederiyê ligel wî nakim, eger siyasî be, yan bîrûbawerî be yan çi be. Ev welatî ye, ez ê di çarçoveya sînorê xwe yê rêveberî de, xizmeta wî bikim, pêwîstiya wî di tiştekî de bi min heye, helbet divê bê cem min, divê li deriyê min bide, derî li ber hemû welatiyan vekirî ye ji bo pêşwazîkirinê li hemû welatiyan, ti welatî nîne ku ez pêşwaziya wî nekim, ji bilî eger civînek ya sozeke min hebe, ez nikaribim pêwaziya kesekî bikim, êdî wê di demeke din de bê, yan jî em ê kêşeya wî bi rêya fermanberên din li nahiyeyê çareser bikin û alîkariyê pê re bikin.

Rûdaw: Niha gelek welatên cîhanê dixwazin alîkariya vê navçeyê bikin, Amerîka û gelekên din, çend welatan heya niha alîkariya we kiriye?

Lara Yûsif Zara:  Gelek dewlet hene alîkarî pêşkêş kirin, di vê demê de, ji 2014 ve û dema rizgarkirinê  û piştî wê jî, helbet di nav wan de Amerîka ye, êdî hin projeyên ku li Elqoşê hatin cîbicîkirin, Amerîka ew pêşkêş kirin, di nav de nûjekirina gora Pêxember Nahûm li Elqoşê, beşek ji avahiya wê ketibû û herifî bû. Mixabin me gelek beşên wê jidest dan, êdî hate nûjenkirin.

Rûdaw: Gelek spas, em dê bi awayekî meydanî serdana wan cihan bikin û hin cihên ku Amerîka yan welatên din alîkariya Elqoş kiriye bo avakirina wan bibinin, digel me da bin.

Lara Yûsif Zara: Dîwar, ev hemû herifî bibû, nemabû. Qadirme  jî nemabû. Avahî hemû ketibû. Şarezayên kompanyayeke Çekî hatin, pispor e di şûnwaran de, wan nûjen kir, bi awayekî ku mirov cudabûnê di navbera kevn û nû de têbînî neke. Weke mînak, ev dîwar, ev beş jê yê nû ye û ew beşê din jî yê kevn e, êdî mirov nikare cudabûnê bibîne, bi taybetî serdankarê ku tê û di mijarên şûnwaran de ne şareza be, wê nikaribe kevn û nû ji hev cuda bike.

Rûdaw: Belê em ê li nava gorê pêxember Nahumin ku yek ji wan projeyan e bi piştgiriya Amerîka tê nûjenkirin, kengî proseya nûjenkirinê li vir dest pê kiriye û çend bûdce bo hatiye terxankirin?

Lara Yûsif Zara: Berî çar salan proseya nûjenkirinê dest pê kir, weke niha bû, di meha yekê de bû, berî çar salan me dest bi karên nûjenkirina avahiya Pêxember Nahûm kir. Alîkarî ji rêxistineke Amerîkî û hikûmeta Amerîkî û hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Alîkarî bi nêzîkî 2 milyon dolarî bû, tevaya pereyên ku li vê avahiyê hatin xerckirin. Nêzîkî 400 hezar dolarî, hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşkêş kirin, di wê demê de, cenabê kak Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmetê bû û ev alîkariya moralî û darayî pêşkêş kir ji bo nûjenkirina vê avahiya dîrokî ya girîng. Aliyê Amerîkî jî, ji hikûmetê û alîkarên din ji Amerîka yan ji cîhanê, yên guhdanê bi vê mijarê dikin, derdora 1 milyon û 500 hezar dolar hatin pêşkêşkirin ji bo nûjenkirina vê avahiyê.

Rûdaw: Ew kompanyayên li vir kar dikin yên biyanî ne?

Lara Yûsif Zara: Rêxistina ku bi kampeyna komkirina alîkriyan rabû, yan destpêka vê projeyê bû, Rêxistina ARCHE ya Amerîkî bû, alîkariya hikûmeta Amerîkayê bû. Lê kompanyaya cîbicîkar, Kompanyaya Gima-Art a Çîkî bû, ku pispor e di şûnwaran de. Ez guman dikim vê kompanyayê li Keleha Hewlêrê jî kar kiriye, di warê nûjenkirina wê de, nizanim hemûyî yan beşekî jê, lê wê bi xwe avahiya Pêxember Nahûm bi giştî nûjen kir. Piştî 2003, serbanek li ser avahiya Pêxember Nahûm hate danîn, hinekî ew ji baranê û pileyên bilind ên germê parast, lê bandora wê ya nerênî jî hebû, êdî ziyan gihişte avahiyê bi awayekî bêhtir. Karekî gelekî zehmet bû. Piştî salekê ji wergirtina min ji rêveberiya nahiyeyê me avahî nûjen kir, ew jî bi erk û hevkayia wan aliyên ku min ew binav kirin.

Aniha her tişt biserî bûye. Tenê ev ode mane. Ev hersê odeyên em dibînin, sê tiştan li xwe digirin, ji olên ezmanî, ji wan (Hec), (Hec) di Kiristyaniyê de heye, di Cihûtiyê de heye, di Islamê de heye. Odeyek heye ez nav lê dikim  (Odeya Pêkvejiyanê) di navbera olên ezmanî de.

Rûdaw: Ji bilî vî cihê şûnewarî, çend cihên din yên dîrokî û şûnwarî li vê deverê hene?

Lara Yûsif Zara: Elqoş bi xwe dîrokî ye, temenê wê derdora sê hezar salan e. Elqoş nû tê dîtin, lê tevî vê yekê jî Elqoş kevn e. Eger em li sikakên wê yên kevn bigerin, mirov di her kolanekê de çîrokên dîrokî dibîne, dîroka kevn.

Rûdaw: Bes Amerîka alîkariya vî projeyî kiriye yan projeyên din jî? Ji ber ku gelek Balyoz û Konsulên welatên cihanê serdana vir kirine?

Lara Yûsif Zara: Ez gelekî fokusê didime ser vê xalê, ji ber ku nahiyeya Elqoş, ji aliyê navdewletî ve lê tê nerîn. Carê em behsa pêkvejiyanê dikin, pêkvejiyan di navbera me mirovan de heye, bi destê me ye em pêkve bijîn yan na. Lê pêkvejiyana me li Elqoşê û ewlehiya ku li Elqoşê heye, bi saya hebûna Pêşmerge û parastina Herêma Kurdistanê ji navçeyên me re, bû sedem ku çavên navdewletî bêhtir li Elqoşê bin ji bo bêne Elqoşê, balyoz û konsul û serkên dewletan û şandên deplomasî, gelekî serdana Elqoşê dikin. Her balyozek yan konsulekî nû tê, li Iraqê yan Herêma Kurdistanê, serdanekê tê Elqoşê, bi taybetî balyoz û konsulên Amerîkî, Brîtanî û Almanî û gelek dewletên din ên Ewropî.

Rûdaw: Ji bilî vî pirojeyî, projeyên din hene ku alîkariya we hatbe kirin?

Lara Yûsif Zara:   Li cem me, nûjenkirina dibistanan heye, li Elqoş û gundên ser bi wê. Me gelek dibistan nûjen kirin, ew jî bi rêya hejmarekê ji rêxistinan. Ji wan Rêxistina USAID û UNHCR û Konsulxaneya Çîkî jî sê dibidstan nûjen kirin, li nahiyeya Elqoşê. Ev hemû di çarçoveya rêxistinên ku nûjenkirina dibistanan li nahiyeya Elqoşê dikin.

Rûdaw: Dawî berpirs Seroka Hengariya bû serdana vir kirî, çi soz dabû hewe?

Lara Yûsif Zara: Bi rastî serdana seroka Hengaryayê bo Elqoşê gelekî baş bû, ew jî bi hebûna xwe li vê navçeyê gelekî kêfxweş bû û derbirrîna kêfxweşiya xwe kir, ji ber ku ew çav li serokeke yekeyeke rêveberî ket li navçeyeke gelekî zehmet û gelek şer lê çê bûne, û jinek vê navçeyê birêve dibe. Ew gelekî kêfxweş bû û derbirrîna kêfxweşiya xwe dikir û ez jî bi vê yekê şanaz bûm, ji ber ku ez jin im û min pêşwazî li seroka dewletekê kir, li nahiyeya me, ez vê yekê ji xwe re weke destkeftiyekê dibînim. Çendîn em bikaribin balyozan yan serokên dewetan yan wezîr yan çi kesên din ji astbilindan bînin vê navçeyê, ez dibînim destkeftiyeke hêja ye ji bo navçeya min û ez wê destkeftiyê dibînim ku destkeftî û projeyên paşerojê ji me re bînin, dema ew rewşê bibînin, ev yek jî wê hanê bide wan, ku projeyên bêhtir ji me re bînin.

Rûdaw: Em dikarin biçîne nava Gorê Pêxember Nahom de?

Lara Yûsif Zara: Helbet, aniha. Yekem tişt tu têbînî dikî, binê xanî nû ye. Bi heman şêweyê yê berê ye. Aniha tu dê yê kevn bibînî û tu dê yê nû jî bibînî. Bibîne ev hemû nû ye. Ev hemû nû ye. Ev kevintirîn parçe ye li avahaiya Pêxember Nahûm. Ev e. Dîroka avakirina avahiya Pêxember Nahûm di qonaxekê de nivîsandî ye, lê mixabin ev beş jê winda bûye, têk çûye. Dîrok di vî beşî de heye, lê em nizanin çi nivîsandî ye. Bi Zimanê Ibrî nivîsandî ye. Bi Ibrî. Ev kevntirîn parçe ye  li vê derê, lê dîrok li ser ne diyar e. Hin parçeyên din jî hene. Em dikarin vê ya nû jî bibînin.

Rûdaw: Eger li Elqoş binerîn gelek guhertin biser de hatine, plana we bo îsal çi ye? Bo projeyên Elqoş?

Lara Yûsif Zara: Berfirehkirin û nûjenkirina rêya sereke ku diçe Qesebeya Elqoşê. Ev rê gelekî kevn bû. Ji salên heftêyan ve heta niha ew yek sayd e. Dibe ku take nahiye be destpêka derbasbûna wê yek sayd be, û ne bi awayekî birêkûpêk be, şayisteyî nahiyeyê be. Helbet bûyer li vê rêyê çê dibin. Aniha em ê wê bikin du sayd û wê dergehê wê hebe û dergeh wê fermî be û  rêbendek lê hebe bi awayekî fermî wê ode lê hebin û herwiha dar û ronahî û pêdiviyên din wê hebin.

Rûdaw: Rêyek li vir heye ku rêyeke metirsîdare, ku bi rêka mirinê tê naskirin di pilana we de heye ku bihête nûjenkirin di sala 2023an de?

Lara Yûsif Zara: Bi rastî vê rêyê hişt gelek kesên nahyeya Elqoşê yan kesên rêbwarên wê, ji Duhok, ji Mûsil û ji deverên din, canên xwe jidest bidin. Me li ser vê rêyê gelek kes jidest dan. Ne ji demeke dûr ve, me navê wê kire Rêya Mirinê. Ew jî bi sedema bûyerê kujinde ku çê bûn. Gelek soz ji me re hatin dan, ji bo dirustkirina du saydan, lê mixabin, her carê ji ber sedemekê ev proje dihate derengxistin yan dihate hilweşandin, bi sedemên darayî yan sedemine din girêdayî rewşa welat, ji aliyê siyasî û leşkerî ve. Aniha, berî sê rojan, ez ligel wezîrê şaredariyan axivîm, rêzdar Bengîn Rêkanî, ji bo vê rêyê. Wî ji min re got, proje hatiye dan ji bo kompanyayekê, di rojên hindik ên hatî de, wê dest bi kar bibe, lê piştî biserîkirina rêkarên rotînî yên projeyê.

Rûdaw: Peywendiyên we digel Hikûmeta Herêma Kurdistanê çawa ne? Di demekê de Elqoş ser bi parêzgeha Neynawayê ye?

Lara Yûsif Zara: Her kes dizane, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, gelek xizmetguzarî ji nahyeya Elqoşê re pêşkêş kirine, bi taybetî berî 2014an ango berî krîza darayî ku li Herêma Kurdistanê çêbû, bi sedema birrîna budceyê li ser Hewlêrê. Di nav xizmetguzariyan de jî, dayîna elektrîkê ji Herêma Kurdistanê bo nahyeya Elqoşê. Kaşîkirina rêyan, avakirina dibistanan, vekirina fermangehan, weke mînak, Fermnageha Çandiniyê, ya Perwedeyê, Rêveberiya Perwerdeyê li cem me heye. Dibistan hene. Şaxên şaredariyê li gundan hene. Ev hemû xizmetguzarî karên welatiyan hêsantir dikin, herwiha damezrandina xeklên deverê, debara jiyana wan li ser Kurdistanê ye, ku hatine damezrandin.

Rûdaw: Çi ciyawazî di navbera navçeyên Kiristiyan yên li bin desthelata Hikumeta Iraqê digel yên libin desthelata Pêşmege de hene? Hûn rola pêşmerge çewa dibînin?

Lara Yûsif Zara: Roleke mezin a Pêşmergeyan heye. Destanên mezin ên qehremaniyê li vê navçeyê kirin. Qurbaniyên mezin li vê navçeyê dan, bi taybetî li ser hêla sînorî. Bi diyar, navçeya Tilsiqof. Di dema DAIŞê de rewş gelekî zehmet bû. Em jî raserî hêla rûbirûbûnê bûn, Elqoş û devera ku DAIŞ lê hebû, bi nêzîkî 10 xulekan bi otomobîlê ji me dûr bû. Pêşmerge hebûn û navçe hemû vegeriya. Xelk di ewlehiyê de dijiyan, tu kesekî ji xelkên deverê weke koçber li Duhokê nabînî, hemû vegeriyan, ji ber ku Pêşmerge hene û ewlehî û aramiyê li navçeyên me diparêzin. Em dikarin van navçeyên xwe berawird bikin bi wan navçeyên din re, ku ne di parastina Pêşmergeyan de ne, cudabûn gelek e, weke Til Kêf, Betnaya, Qereqoş, Bertilla, cudabûneke mezin heye. Aramî diyar e, tu dikarî wê di rûyên xelkê de bibînî, bi awayekî rojane. Eger niha tu biçî bazarê tu dê bibînî ku welatî ewle û aram e, her ji aliyê abûrî ve jî, eger rewş ne baş be, lê hest bi ewlehî û vehesînê dike, ku bîr li çi projeyeke abûrî bike, lê eger tu biçî hin navçeyên din, ku li jêr destên milîsan in, helbet ew milîsên welayî ne, ew navçe ne aram in. Rast e keysên teqînê yan revandinê çê nebûne, lê heta niha bawerî bi van navçeyan nîne, welatî jî hest bi şantajê dike ji hêzên ku li wê derê hene. Heta niha hejmareke gelek ji koçberan li Hewlêr û Duhokê ne, ji wan navçeyan in û venagerin û li Elqoşê jî koçber ji wan navçeyan hene.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir