Rêveberekî YNKê: Pirsgirêkên YNKê û PDKê ber bi çareserîyê ve diçin

Rêveberekî YNKê aşkera kir, politburoya wan li gel politburoya PDKê dê bicive û pirsgirêk jî ber bi çareserîyê ve diçin.

Navenda Nûçeyan - Endamê rêveberî û berpirsê ofîsa civakî ya YNKê Hamîdî Hacî Xalî ji basnewsê re ragehand, pirsgirêkên navbera partîya wan û PDKê de ber bi çareserîyê ve diçin. ‘’Ez bixwe baş dizanim politburoyên her du alîyan civîneke hevbeş dê bikin û pirsgirêkên me jî dê çareser bibin û emê dest bixin milê hev û xizmeta gelê xwe bikin.’’

Herwaha got: ‘’Qasê ku min bihîstî, politburoya YNKê û PDKê bo çareser kirina pirsgirêkan dê bicivin û duh jî YNKê daxwaz ji PDKê kirîye, li ser masa guftûgo bila pirsgirêk bên çareser kirin.’’

Li gor gotinên wî rêveberê YNKê, alozîya navbera PDKê û YNKê di berjewendîya kurdan de nîne û nabe ‘’Eger peyvendîyên PDKê û YNKê têkbiçin, wê demê emê bizanin dê çi bi serê Kurdistanê de bê.’’û ragehand: ‘’Ya baş hewldanên YNKê û PDKê ber bi yekbûnê ve bin, ne ku ji hev dûrketinê. Ewên ku behsa du îdareyîyê dikin, ew nêrîna wan bixwe ye û ew bi keyfa xwe ne bila wisa bibêjin.’’

 

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e