Navenda Nûçeyan - Îro roja înê 10.04.2020an Ekrem Salih ji BasNewsê re axivî û rewşa dawî ya ava bendavên Kurdistanê şîrove kir. Ekrem Salih got:” Gelek bendavên avê yên Herêma Kurdistanê tîkî av bûne. Barîna avê baş bû îsal û cihê dilxweşîyê ye. Herçend rêjeya baran barînê îsal weku parsal nîne jî rêjeya avê ya bendevên baş e.”
Herwiha Ekrem Salih da zanîn jî li Herêma Kurdistanê 17 bendav hene 3 bendav jê mezin in û 14 bendavên din jî biçûk in. Cihê dilxweşîyêye îsal hemû bendavên me yên biçûk tîjî av bûne. Bendavên mezin jî di ser nêvî re ne. 4 milîyar û 430 milîyon metirçargoşe av di Bendava Dukanê deye. Ew avê dike ji %60 av. 1 milîyar û 500 milîyon çargoşe av di Derbendîxanê de heye.”
Di berdewamîyê jî de Ekrem Salih tekezî li ser wê yeke kir ku proseya çêkirina bendavan nû jî berdewam dike.