Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, li ser êrîşa DAIŞê ya ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê civîneke rojnamevanî saz kir û tê de bi 8 madeyan hejmarek daxwaz ji civaka navdewletî kir.
Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku xeteriya DAIŞê berdewam dike û ji bo ku çekdar bi temamî werin têkbirin, divê civata navneteweyî destekê bide wan û dewletên welatiyên wan di nava DAIŞê de ne berpirsiyên xwe bicih werînin.
Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku tevî ji aliyê leşkerî ve di sala 2019an de têkbirina DAIŞê jî metirsiya wê li ser herêmê berdewam dike û hat diyarkirin ku heta niha zêdetirî 12 hezar şehîd û 25 hezar gazî û birîndar di vê têkoşînê de hatine dayîn.
Rêveberiya Xweser banga avakirina dadgehekê û darizandina çekdarên girtî yên DAIŞê li civaka navdewletî kir û bi 8 xalan ev daxwaz ji civaka navdewletî kirin:
“1- Li hemberî xetereya terorê û şaneyên DAIŞê yên terorîst divê di hemû aliyan de desteka ji HSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn re were zêdekirin.
2- Divê dadgeheke navneteweyî an jî dadgeheke xwedî taybetmendiyên navneteweyî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were avakirin da ku sûcdar werin darizandin û edalet pêk were.
3- Divê tevahî dewletên ku welatliyên wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebin, erkên xwe bi cih bînin, welatiyên xwe yên çekdar, jin û zarok vegerînin, an jî destekê bidin Rêveberiya Xweser da ku rewşa xizmetguzarî û ewlehî li kamp û girtîgehan baş bibe ji bo zû werin perwerdekirin û tev li civakên xwe bibin, her wiha dive jinên ku sûc kirine, werin darizandin.
4- Ji bo pêşxisina rewşa xizmetguzarî, perwerde û tenduristiyê divê piştgiriya aborî ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin û herêm ji Qanûna Qeyser were dûrxistin, da ku rê li ber hewldanên rêxistina DAIŞ'ê venebe ku sûdê ji aliyê lawaz wergire û di aliyê biçekkirina şaneyan û rêxistina îdeolojîk de bi kar neynin.
5- Divê desteka mirovî were zêdekirin û biryara girtina deriyê Til Koçerê di ber çavan re were derbaskirin. Ji ber ku alîkariyên mirovî yên ku ji civata navneteweyî bi rêya Şamê derbas dibin kêm in. Mînak, dema ku Neteweyên Yekbûyî dibêje ku wê vê dawiyê 36 kamyonên alîkariyê ji ber bûyerên li Hesekê şandine herêmê, tu alîkarî nagihêjin, ji ber ku hemû ji çargoşeya ewlekariyê re diçin a li Qamişloyê ya di bin serweriya Şamê de.
6- Di aliyê siyasî de divê piştgiriya Rêveberiya Xweser were kirin, ji bo ewlehiya herêmê asta xebatê were xurtkirin, zext li dewleta Tirk a dagirker were kirin da ku ji herêmên dagirkirî yên ku ji terorîstan re bûne navend vekişe, êrişên xwe li ser herêmê rawestîne ku sivîlan dike hedef û destekê dide terorê da ku ewlehiya herêmê têk bibe.
7- Ji bo avakirina navendên perwerdekirina zarokan, başkirina rewşa ewlehî û mirovî ya girtîgeh û kampan, divê desek ji bo Rêveberiya Xweser were dayîn.
8 - Komploya rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst û alîgirên wê ya li ser Hesekê mezin û xeternak bû. Di encamê de 121 endamên hêzên leşkerî, ewlehî, karmendên girtîgehê û sivîl şehîd bûn. Ev komplo xwedî encamên xeter in. Di heman demê de nîşaneyeke ji bo koalîsyon û civata navneteweyî derbasî pêvajoyeke nû û xebateke hevpar di hemû aliyan bi Rêveberiya Xweser, hêzên leşkerî û ewlehiyê re bibe da ku ev bûyer dubare nebe û têkbirina mayînde ya terorê misoger bibe.”