Rêveberiya Trump beriya biçe cezayên ser rejîma Esed girantir kirin

.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo, ragihandiye ku di çarçoveya yasaya sezar de, li ser endamên malbata Serokê Sûriyê Beşar Esed  cezayên nû hatine sepandin ku ji yên berê girantir in.

Li gorî ragihandina Pompeo, "Cezayên nû, Esma Esed hevjîna Beşar Esed û hin kesên ji malbata wê mîna Fewaz El-Exres, Seher Itrî El-Exres, Iyad El-Exres û Kîfah Milhim serokê îstixbarata leşkerî ya Sûriyê li xwe digirin.”

Piştî van cezayên nû yên Amerîkayê herwiha 18 kesayet û saziyên nêzî rejîma Sûriyê li xwe digire û Banka Navendî ya Sûriyê û malbata Fewaz El-Exres, bavê hevjîa serokê Sûriyê Beşar Esed jî daye ber xwe ku ev cezayên herî tund in li dijî rejîma Esed.

Rojhilta Navîn Haberleri

Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî bi telefonê axivîn: Naverok eşkere bû!
Fransayê kuştina Elewîyên Sûriyê şermezar kir û banga lêkolîneke bêalî kir
Îsraîl: Colanî maskeyê xwe avet, terorîstekî Qaîdeyê ye
SOHR: Di şerê navbera Şamê û Lazkiyê de 311 kes hatin kuştin, belkî jî 524 kes
Nûnerê Îranê yê li Sûriyê: "Bi Sûriyê re hevdîtinên me dewam dikin"