Rêveberiya Xweser 2 endamên ENKSyê berdan

.

 Asayîşa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 2 endamên Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) berdan.

Sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyeyê (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji Rûdawê re ragihand ku her du kes wekî pêngava yekem a piştî civîna ENKSyê ya li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî serbest hatin berdan.

Mihemed Îsmaîl da zanîn ku Endamê ENKSyê yê li Tirbespiyê Remezan Hacî û endamê PDK-Syê yê li Dêrikê Kamîran Ebdî hatin berdan.

Kamîran Ebdî 10ê Îlona îsal hatibû girtin û îro hat berdan.

Remezan Hacî jî îro hat berdan.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'