Rêveberiya Xweser 4 şervanên zarok radestî malbatên wan kir

.

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, di çarçoveya peymanên ligel Neteweyên Yekbûyî de, 4 ciwanên temenê wan piçûk ên di nav hêzên bi ser Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de, radestî malbatên wan kir.

Hevserokê Nivîsgeha Parastina Zarokan Murhef Ebdullah ragihand ku Nivîsgehê bi hevkariya HSDê, 4 ciwanên temen piçûk li malbatên wan ên li Hesekê û Qamişlo vegerandin.

Ebdullah got, piştî radestkirina zarokan, nivîsgeh serdana wan dike û rewşa wan zarokan dişopîne.

 

Kurdîstan Haberleri

Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir
Li Parîsê Pêşangeya Wêneyan
14 jinên Kurd beşdarî pêşangeheke şêwekariyê ya Polonyayê bûn
Suryaniyên Sûriyê: Gotinên di destûra demkî de, dewama gotinên rejîma berê ye
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne