Rêveberiya Xweser 9 zarok radestî Rûsyayê kirin

.

Rûsyayê 9 zarokên çekdarên DAIŞê yên Rûsî ji Rêveberiya Xweser wergirtin. Li gor amarên fermî, Rêveberiya Xweser ji 2018an ve 244 zarok radestî Rûsyayê kirine.

Şandeke Rûsyayê bi serpereştiya Cîgirê Serokê Komseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Sergey Igorevich serdana Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser a li Qamişlo kir û ji aliyê cîgirên hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve Fener El-Giêt û Ebîr Êliya ve hat pêşwazîkirin.

Cara 8emîn û 244 zarok

Piştî civînê Sergey Igorevich û Ebîr Êliya protokol û belgeyên radestkirinê îmze kirin û li gor wê protokolê Rêveberiya Xweser 9 zarok radestî rayedarên Rûsyayê kirin.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve Ebîr Êliya di kongreya rojnamevanî de diyar kir, zarokên hatine radestkirin sêwî ne û temenê wan di navbera 5 ta 16 saliyê de ye.

Ebîr Êliya hinek amar jî belav kirin, “Ev cara 8emîn e ku em zarokan radestî Rûsyayê dikin, li gorî amarên fermî yên her du aliyan, ji 2018an ve 244 zarok hatine radestkirin.”

`Ev dosya li ser hemû cîhanê metirsî ye`

Di dewama axaftina xwe de Ebîr Êliya amaje bi wê kir ku vegerandina zarokan ne çareserî ye, pêwîst e Rûsya di dosyeya DAIŞê bi giştî û girtiyên DAIŞê yên li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de piştgiriyê bide Rêveberiya Xweser.

Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve, pêwîst dît ku civaka navdewletî li ser dosyeya DAIŞê bi erka xwe rabe û got, “Ev dosya li ser hemû cîhanê metirsî ye, taybet dosyaya girtiyên DAIŞê yên ku heta niha nehatine cezakirin.”

`Bombeya li ber teqînê; çekdarên DAIŞê yên girtî`

Ebîr Êliya êrişa DAIŞê ya li ser zindana Sînaa ya li Hesekê jî bibîr xist û got, “(çekdarên DAIŞê yên girtî) êdî bûne wek bombeya li ber teqînê, bûyerên li girtîgeha Sînaa ya Hesekê jî vê yekê diselmînin.”

Cîgira Hevserokatiya Desteya Peywendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser tekez kir ku ew amade di vê mijarê de li gel Rûsyayê hevkar bin.

Cîgirê Serokê Komseriya Mafên Zarokan a Serokê Rûsyayê Sergey Igorevich ku serpereştê şanda Rûsyayê bû, spasiyên xwe pêşkêşî Rêveberiya Xweser kirin û tekez kir ku ew her dem amade ne zarokên çekdarên DAIŞê li malbat û kesûkarên wan vegerînin û ew dê hevkariya xwe di vî warî de berdewam bikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Qeyûm tayînî şaredariyên Dêrsim û Pilûrê hatin kirin
Serok Mesûd Barzanî: Em piştgiriyê didin hemû hewlên ji bo aştiyê
MEXMÛR - Tîma Rûdawê hat desteserkirin
Li Pêşangeha Pirtûkan a Rihayê pirtûkên Kurdî balê dikişînin: ‘Kurdî dihele!’
Di ser kuştina Ugur Kaymaz re 20 sal derbas bûn