Rêveberîya Xweser: Amerîka li hember Tirkîyê bêdeng e

Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkîye agirbestê binpê dike û ji ber berdewamîya êrîşên Tirkiyê 25 şervanên wan di nava 3 rojan de canê xwe ji dest dane.

Navenda Nûçeyan- Rêveberîya Xweser a Rojavayê Kurdistanê dibêje, Tirkîye agirbestê binpê dike û ji ber berdewamîya êrîşên Tirkiyê 25 şervanên wan di nava 3 rojan de canê xwe ji dest dane. Rêveberîya Xweser herwiha matmayîna xwe ji daxuyanîya Donald Trump nîşan dide, ku gotibû agirbest bi başî tê cîbicîkirin û daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku ji bo parastina xelkê hêzê bişînîn deverê.

Rêveberîya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyê doh daxuyanîyek belav kir û têde rewşa herî dawî ya li Rojavayê Kurdistanê aşkere kir.

Di daxuyanîyê de tê gotin, di heyama 3 rojên agirbestê de Tirkîyê û hêzên çekdar ên ser bi wî welatî ve êrîşên xwe ranewestandin û di heyama wan 3 rojan de 25 şervanan canê xwe ji dest dan û 17 şervanên din jî birîndar bûn.

Rêveberîya Xweser herwiha dibêje, “bombebarana beredayî ya Serê Kanîyê ji alîyê Tirkîyê ve berdewam bû û di heyama 3 rojên destpêkê yên agirbestê de ji ber bombebaranan 17 welatîyên sivîl canê xwe ji dest dane û bi dehan termên sivîlan li Serê Kanîyê ketine jêr kavilên malan.”

Di beşeke din a daxuyanîya xwe de, Rêveberîya Xweser amaje bi bikaranîna çekên qedexekirî ji alîyê Tirkîyê ve li dijî welatîyên sivîl û hêzên xwe dike û dibêje, “çendîn haletên şewitînê bi çekên qedexekirî yên weke fosfora spî hebûne.”

Rêveberîya Xweser destnîşan kirîye, Tirkîyê agirbest binpê kirîye û di wê maweyê de berdewam bûye li ser şandina hêzên zêdetir bo ser sînor.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin, Tirkîyê çekdar derbasî nav bajaran kirine û hêzên Tirkîyê û çekdaran çendîn tawanên kuştin, revandin, dizîn, talan û gefkirinê encam dane, weke li Efrînê pêk anîne.

Rêveberîya Xweser rexne li helwêsta Amerîkayê jî digire û dibêje, “Amerîka wek hêzeke garantor a di navbera herdu alîyan de ji çavdêrîkirina agirbestê berpirsyar e lê belê bêdeng e.”

Di beşeke din a daxuyanîyê de, Rêveberîya Xweser matmayîna xwe li hember daxuyanîya Serokê Amerîkayê Donald Trump, ku ‘gotibû agirbest gelek bi başî tê cîbicîkirin’, nîşan daye û tekez kirîye, Tirkîye û çekdarên ser bi wî welatî ve bi ti awayî pabendî rêkeftinê nebûne û berdewam agirbest binpê kirine.

Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê daxuyanîya Trump a ku dibêje, ‘nîştecihên Kurd dê li navçeyên nû bêne bicihkirin’, bi tundî rexne dike û destnîşan kirîye, “ew yek rê li ber pakkirina etnîkî û nejadî ya Kurd vedike, ku Tirkîye dixwaze pêk bîne, çimku xelkê sivîl ji navçeyên xwe ji Serê Kanîyê û Girê Spî koçber bûm û pêwîst e ew bi garantiyeke navdewletî vegerin navçeyên xwe û di jêr parastineke navdewletî de bin.”

Di berdewamîya daxuyanîya xwe de, Rêveberîya Xweser amaje bi wê yekê dike, ku “Tirkiye ji komkujkirina gelê me sûdmend e û pêwîst e Amerîkay berpirsatiya temam li stuyê xwe bigire.”

Rêveberiya Xweser bang li civaka navdewletî jî dike, ku fişarê bixin ser Tirkîyê daku hêzên xwe ji wan navçeyan vekişîne ku di wan rojan de kontrol kirine, herwiha daxwaz ji civaka navdewletî dike, ku “hêzên navdewletî bişînin deverê ji bo parastina xelkê sivîl.”

Li gor daxuyanîyê, Rêveberîya Xweser dibêje, “Tirkîyê çekên qedexekirî li dijî gelê me bi kar anîye” û daxwaz dike, ku “komîteyeke navdewletî demildest di derbarê bikaranna çekên qedexekirî û kuştina xelkê sivîl de lêkolînê bike.”

 

Siyaset Haberleri

Keşeyê Dêra Kurdî: Kesên ku çûbûn Rojavayê Kurdistanê vedigerin Libnanê
Serokê Giştî yê Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk Li Parîsê Konferansek Da
Nêçîrvan Barzanî: Jinên Kurdistanê her tim avaker û parêzvanên xak û welat in
Jens Galschiøt: Em dê ji bo bibîranîna Enfalê peykerekî çêbikin
Xwepêşandanên Mahsa Amînî | Rejîma Îranê cezayê îdamê da 6 kesên din!