Rêveberiya Xweser derbarê aloziyên li Sûriyeyê daxuyanî da

.

- Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê derbarê êrişên dawî yên li dijî Elewiyên li Sûriyeyê tên kirin daxuyaniyek da û got, “Divê pirrengiya li Sûriyeyê bê parastin.”

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê têkildarî êriş û rûdanên dawî yên li Sûriyeyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku bûyerên dawî yên li herêmên peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan û şewitandina darên sersalê ya li Hema û Humisê xizmeta berjewendî û paşeroja Sûriyeyê nakin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber geşedanên bilez ên li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxandina desthilata Esed, ya baştir ew e ku ber bi zîhniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin.

“Pirrengiya li welatê me Sûriyeyê dewlemendiyeke dîrokî ye”

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di bipêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de lazimiyeke dîrokî ye.

Pirrengiya li welatê me Sûriyeyê dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye.

Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyeyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide.

“Bûyerên li dijî Elewiyan nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê”

Pêkanînên li peravên Sûriyeyê yên li dijî Elewiyan diqewimin û şewitandina darên sersalê li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û paşeroka wê.

Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyeyê bingeheke girîng e yê avakirina Sûriyeyeke bihêz.

Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê teqez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e.

“Parastina mafan erkekî nîştimanî ye”

Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.

Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî çi pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û dê xizmeta armaniya nakin.

Ji vê zêdetir dê bibin sedema rûdana şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê.

Di salên dirêj de men bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingehê tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî tevahî projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast.”

Kurdistan Haberleri

KURD-KAVê 26’emîn kongireya xwe ya asayî lidarxist
Îraqê li ser xwefesixkirina PKKyê daxuyanî da
Li bajarê Seqizê, rêûresmek bo yada şehîdên şoreşa Jînayê bi rê ve ço
Tekoşîna Îsmaîl Beşikçî ya bo Kurditiyê bû belgefilm
Heleb | Du zarokên Kurd bi teqîna mayînê can dan