Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi wergirtina genimê cotkaran kiriye.
Li gorî Desteya Çandinî û Avdaniyê ya Rêveberiya Xweser, rûberê çandî bi genimê avî li navçeyên Rêveberiya Xweser, 300,000 hektar e.
Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser, sala 2021ê, Rêveberiya Xweser 200,000 ton genim wergirtinbû, di demekê de pêwîstiya navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di nav de jî Rojavayê Kurdistanê, ji bilî tov, bi 600,000 ton genim heye.
Şarezayên çandiniyê pêşbînî dikin ku berhema îsal, bi derdora 250 kîlogram genim ji her 1 donimê kêmtir bibe.
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ragihandiye: Her 1 kîlograma genim bi 2,200 lîreyên Sûrî ji cotkaran werdigire. Her 1 kîlograma ceh, bi 1,600 lîreyên Sûrî werdigire.
Hikûmeta Sûriyê jî, her 1 kîlograma genim bi 2,000-2,100 lîreyên Sûrî werdigire. Her 1 kîlograma ceh jî, bi 1,600 lîreyên Sûrî werdigire.
Rêveberiya Xweser 32 navend li navçeyên xwe destnîşan kirine, ji wan 28 navend ji bo wergirtina berhema genim û 4 navend ji bo wergirtina berhema ceh in.
Rêveberiya Xweser ragihandiye ku navendên Dêre Zor, Reqa, Tebqa, Minbic û Kobanê ji 20ê meha Gulanê ve berhemên ceh û genim wergitine.
Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê jî, ji 28ê meha Gulanê ve, berhem wergiritine.
Navend û embarên li Cizîrê jî, dikarin heta derdora 570 hezar ton genim li xwe bigirin. Ew navend jî, li Dêrik, Tirbe Spiyê, Qamişlo, Amûdê, Hesekê, Kobanê, Dêre Zor, Reqa, Tebqa, Minbicê ne.
Rûdaw