Rêveberiya Xweser da zanîn ku reşnivîsa destûra nû ya Sûriyeyê hemû pêkhateyên Sûriyeyê li xwe nagire û dişibe ya rejima Beasê.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser reşnivîsa destûra Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê got:
"Em tekez dikin ku ev îlan pîvanên pirçandiya neteweyî ya Sûriyeyê nîne.
Bi vî awayî ev îlan ji nû ve nîşana "zihniyeta takekesî" ye ku berdewamiya rewşa berê ye ku li Sûriyeyê hebû û gel li dijî wê serhildan kir."
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê reşnivîsa destûra nû ya Sûriyeyê rexne kir û şiband "berdewamiya hişmendiya takekesî" ya rejima Beasê.
Rêveberiya Xweser amaje bi amadehiyên destûra nû kir û got:
“Piştî derbasbûna çendîn mehan li ser rûxîna rejîma Beasê û şadbûna gelê Sûriyeyê yê ku li dijî vê rejîmê û kiryarên wê yên zordarane rabû, îro li Şamê tiştê ku bi navê ‘Danezana Destûrî’ tê naskirin hat derxistin.
Ev danezan xalên kevneşopî yên ku dişibin standart û pîvanên berê yên hikûmeta Beasê dihewîne.
Ev gav ji nû ve li dijî rastiya Sûriyeyê û rewşa pirrengiya wê ye, her wiha sextekariyeke rasteqîn a nasname û civaka neteweyî ya Sûriyeyê ye.
Ev danezan ji şop û rihê zarokên Sûriyeyê û pêkhateyên wê yên cuda yên wekî Kurd û heta Ereb, her wiha Suryan, Aşûr û pêkhateyên din ên neteweyî yên Sûriyeyê dûr e.
Em wekî Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikin ku Sûriye îro pêwîstî bi yekbûna zarokên xwe heye da ku paşeroja xwe ya demokratîk diyar bikin û beşdarî neteweyî ya Sûriyeyê ya ku hevpariya welatî xurt dike, bi pêş bixin.
Em her wiha tekez dikin ku ev danezan ji pîvanên pirrengiya neteweyî ya Sûriyeyê bêpar e û ji rewşa beşdariya rasteqîn a pêkhateyên neteweyî yên Sûriyeyê dûr e.
Bi vî awayî, ev danezan ji nû ve ‘hizra takekesî’ nîşan dide ku dewama rewşa berê ye ya ku li Sûriyeyê hebû û gel li dijî wê rabû.
Ev danezan xweziyên gelê me temsîl nake û rastiya nasnameya wî ya resen a li Sûriyeyê fêm nake û wek şêwe û çarçoveyeke ku ‘hewlên bidestxistina demokrasiya rasteqîn li Sûriyeyê’ lawaz dike û xalên wê ji Sûriyeyê û hêviyên gelê wê dûr in.
Destûra rasteqîn ew e ku hemû pêkhate tê de beşdar dibin û li ser lihev dikin ji ber ku ew rêya demokratîk a berdewam a ji bo paşeroja Sûriyeyê û paşeroja nifşên wê yên pêş e.
Em hêvî dikin ku kiryar û hizrên teng ên hin aliyan me venegerînin nuxteya destpêkê, ji ber ku ev yek dê birîna Sûriyeyê ji nû ve bixwînîne.”
Komîteya Destûrê: Navê welat wekî Komara Erebî ya Sûriyeyê dimîne
Komîteya Destûrî ya Sûriyeyê îro ragihand ku reşnivîsa destûra qonaxa veguhaz radestî Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer kiriye.
Komîteyê tekez kir ku navê welatê Sûriyeyê wekî "Komara Erebî ya Sûriyeyê” dê bimîne û ti guherîn lê nayê kirin.
Di reşnivîsa destûrê de hatiye destnîşankirin ku Îslam jêdera sereke ya yasayê ye li Sûriyeyê û dewlet dê parastina xak û gelê xwe bike.
Her wiha hatiye tekezkirin ku hemû welatiyên Sûriyeyê, bêyî cudahî xwediyê heman maf û erkan in.
Li gorî daxuyaniya Komîteyê, di qonaxa destûrî ya nû de, desthelat dê di navbera parlamento û serokkomariyê de were parvekirin.
Parlamentê dê desthelata yasayî bike lê desthelata cîbicîkar dê di destê serokkomar de be.
Serokkomar dikare di dema pêwîst de rewşa awarte ragihîne û her wiha pêwendiya wezîran rasterast bi serokkomar re dê hebe.