Rêveberîya Xweser ji Başûrê Kurdistanê alîkarî xwest

Nûnertîya Rêveberîya Xweser a li Herêma Kurdistanê, ji bo koçberên ji Rojavayê Kurdistanê banga alîkarîyê kir.

Navenda Nûçeyan - Nûnertîya Rêveberîya Xweser a li Herêma Kurdistanê derbarê rewşa koçberên ji Rojavayê Kurdistanê daxuyanîyek belav kir.

Li gor daxuyanîya Nûnertîya Rêveberîya Xweser, amaje bi qedexeya hatinûçûnê ya li Herêma Kurdistanê hatîye kirin bi mebesta rêlibergirtina belavbûna vîrusa koronayê û hatîye gotin, “karker kar û jêdera rizqê xwe ji dest didin û ev yek jî bandore li jîyana wan dike, di vir de rewşeke mirovî derdikeve holê û pêwîstî bi destwerdana bilez çê dibe.”

Herwiha di dewama daxuyanîyê de, Nûnertîya Rêveberîya Xweser, bang li Hikûmeta Kurdistanê, rêxistinên mirovî û alîyên peywendîdar dike ku “alîkarîya koçberên ji Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bikin û bi erka xwe ya mirovî û exlaqî beramberî vê karesatê rabin.”

Siyaset Haberleri

Parlamentoya Îraqê biryar da ku Helebce bibe parêzgeh
Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şer civiyan
NYT: Li Sûriyê zêdetirî 100 kargehên çekên kîmyewî hene
Şanda Rêveberiya Parêzgeha Helebê serdana ENKSê kir
Rêber Ehmed: Kurdistan pabendî rûbirûbûna tawanên rêkxistî û torên bazirganîkirina bi mirovan e