Rêveberiya Xweser: Ji ber topbarana Tirkiye 22 hezar xwendekar bê xwendin mane

.

Li Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana berdewam a Tirkiye li ser navçeyên sînorî 22 hezar xwendekar bê xwendin bûne.

Desteya Perwerde û Fêrbûnê ya Rêveberiya Xweser roja 29ê Mijdarê ragihand, li navçeyên Efrîn, Minbic, Kobanî û Cezîrê yên Rojavayê Kurdistanê ji ber topbarana berdewam a Tirkiye li wan navçeyan 22 hezar xwendekar bê xwendin bûne, ku di encama topbarana Tirkiye de 243 dibistan hatinew girtin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser, 4 hezar û 700 dibistan ên qonaxên cuda hene. 860 hezar xwendekar li wan dibistan fêr dibin û 42 hezar mamoste û karmend di kerta perwerdeyê de kar dikin.

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Brûkselê semînereke danasîna PWKyê û rojeva sîyasî ya Kurdistanê!
2 Kurdên Êzidî yên ku ji aliyê DAIŞê hatibûn revandin vegeriyan Başûrê Kurdistanê
Serokkomariya Sûriyeyê li ser Konferansa Neteweyî ya Rojavayê Kurdistanê daxuyanî da
MÊRDÎN - 50 saliya nivîskariya Berken Bereh hat pîrozkirin
Jineke ji Rojhilatê Kurdistanê ferhenga Kurdî ya termên yasayî amade kiriye