Li Rojavayê Kurdistanê ji bo parastina şûnwaran yasayek hat amadekirin û qebûl kirin.
Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê (Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojilatê Sûriyê) li bajarokê Eyn Îsayê kombûnek saz kir.
Di wê kombûnê de, Hevserokên Encûmena Giştî ya Rêveberiya Xweser, Hevserokê Desteya Çand û Hunerê û endamên Desteya Serokatiyê jî beşdar bûn û reşnivîsa ku derbarê şûnwaran de hatibû amadekirin, hat xwendin û gotûbêj li ser hatin kirin.
Piştî gotûbêj, niqaş û pêşniyaran ew projeyasa ji aliyê Encûmena Rêveber a Rêveberiya Xweser ve hat pesend kirin.
Yasaya parastina şûnwaran ji 58 madeyan pêk tê, erk, desthilat, cezayên bo qaçaxçîtiya şûnwaran û şertên lêgerînê li xwe digire.
Ji îro Çarşemê ve ev yasa li seranserê herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de tê cîbicîkirin.