Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ji Destê DAIŞê Hisên Koro Qaîdî got “Heta niha ji 6 hezar û 4 sed û 17 kesan 3554 kes hatine rizgarkirin.” Herwiha Hisên Koro dibêje “Rêveberiya Xweser ji bo vegerandina Kurdên Êzdî yên li Holê weke pêwîst alîkariya me nake.”
Îro 8 sal di ser êrişa DAIŞê ya bo ser Şingalê re derbas dibin. Çekdarên DAIŞê 3ê Tebaxa 2014an, êrişî Şingal û derdora wê kirin. Di wan êrişên hov de bi hezaran Kurdên Êzidî hatin kuştin û piraniya wan jin û zarok 6 hezar û 417 kes jî hatin revandin.
Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ji Destê DAIŞê Hisên Koro Qaîdî beşdarî bultena Rûdwê bû û di derbarê rewşa Kurdên Êzdî, amarên dawî, zehmetî û astengiyê li ber wan û li ser hevahengiya bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re bersiva pirsên Şehyan Tehsîn da.
Hisên Koro Qaîdî di derbarê revandî û rizgarkiriyên Kurdên Êzdî ji destê de amarên dawî belav kir û got “DAIŞê Di destpêka Cothema 2014an de me wek Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyan dest bi karê xwe kir, ji bo ew kes û karên me yên ku ketine destê terorîstan çi wek lêgerîn çi jî wek azadkirin bizanibin. Heta hedekê ba me zanibû cihê akincîbûna wan li kê derê ye, lewma be dest bi proseya rizgarkirinê kir. Ji Cotmeha 2014an heta niha ji 6 hezar û 4 sed û 17 kesan 3554 kes hatine rizgarkirin. Li gorî wê amarê nêzik 2717 kes mane. Em wek Nivîsîngeha Rizgarkirina Revandiyan xelkê xwe dilniya dikin kar berdewam e û dê berdewam be jî.”
“Ziman, ol û navê zarokan hatine guhertin”
Di derbarê zehmetiya dîtina kesên hatine revandin de jî Hisên Koro wiha dibêje “Bê guman ev 8 sal temam bûn. Di wê wextê de hinek zarok temenê wan salek bû an jî di bin salekê de bûn an jî bêhtir ji salekê bûn belkî jî 5-6 salî bûn, niha temenê wan bûne 10-15 salî. Dîtina wan gelek zehmet e. Sedemeke vê yekê jî ew zarokên ku temenê wan salek bûn niha bûne 8-9 salî, an yên ku temenê wan 10 bûn niha bûne 17 salî. Zimanê wan hatiye guhertin, ola wan hatiye guhertin, navê wan hatiye guhertin. Bi rastî lêgerîna van zarokên heta hedekî karekî zehmet e lê ne bê îmkan e. Ker kesekî an zarokekî ku gumana me jê hebe ku ev Kurdê Êzdî ye hinek testên wek DNA tên kirin ku em bizanibin ev zarok zarokên Êzdî ne. Berî çendekî yek ji wan zarokan hate dîtin ku wê demê temenê wî biçûk bû, hinek nîşan lê hebûn piştî testa DNA derket ku ew zarokekî Êzdî ye û hate nav malbata xwe.”
“Rêveberiya Xweser alîkariya me nake”
Hisên Koro li ser rêgirî, astengî û zehmetiyên li ber karên wan bi vî rengî tîne ziman “Bê guman peywendiyên li gel rêxistineke terorîst a weke DAIŞê gelek zehmet bû. têkiliyeke me ya dîrek li gel terorîstên DAIŞê nebû, bi rêya hinek wasitayan hebû. Lewma yek ji rêgiriyên herî mezin jî ew bû ku me nedikaribû karê xwe serbestane li wê deverê bikin, hemû tişt bi nihênî bûn. Ya duyem ne alîkarîkirina hinek xelkê wê deverê ev jî yek ji wan astengan bû. Belê hejmareke zêde hatiye rizgarkirin û hêvî dikin ev 2717 kesên ku mane hemû sax bin. Em vê jibîr nekin ku 83 gorên bikom jî hene.
Ew pêzanînên ku li ber destê me hene, me dosyeyekê ji bo bajarê Mûsilê vekiriye, dosyeyekê ji bo Kampa Holê, dosyeyekê ji bo Sûriyê vekiriye. Ji bo me diyar bû ku hejmareke zêde di nav kampa Holê de heye.
Yek ji astengên herî sereke di Kampa Holê de li ber me ji bo rizgarkirin û derxistina wan ji nav kampê, ne alîkarîkiriya desthilata Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ye. Ciyê daxê ku ev nêzikî 2 sal in ku terorîstên Dewleta Îslamî li wê deverê nemane jî, lê heta niha jî em pêşbînî dikin ku hejmareke zêde ji van keç û zarokan di nav wê kampê de bin. Em bî tîmên xwe yên taybet hewl didin ku wan kesûkarên xwe ji nav wê kampê derxin.”
“Rizgarkirina Kurdên Êzdî ji Kampa Holê bûye babeteke siyasî”
Li ser hevahengiya bi Rêveberiya Xweser ji bo derxistina Kurdên Êzdî ji Kampa Holê de Koro dibêje “Ez dê bi reşkewane bibêjim, me gelek hewl da li gel aliyên din ku bikevin hemahengiyê ji bo van kesûkarên xwe rizgar bikin, ev kesûkarên me hemû kesên sivîl in, ti peywendiya wan bi siyaset û eskeriyê ve nînin, xelkê feqîr û belengaz e, pêdiviye ev mirov ji babetên siyasî dûr bin. Lewma jî me gelek caran hewl da ku em hemahengiyê li gell rexê din bikin, ji bo ku em bikaribin mezintirîn hejmarê ji nav wê kampê derxin yan jî ji ciyên din derxin, ciyê daxê ye weke pêdivî alîkarî li gel me nehate kirin.
Berî demekê me tîmeke ku ji du mamosteyên ayînî li gel çar kesûkarên girtiyan pêk dihat çê kir û şand Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku ew hemahengî di navbera me de hebe û em bikaribin mezintirîn hejmarê rizgar bikin, ji bo ku ew biçin nav Kampa Holê xelk bibînin ku ev bi cilê û bergên Êzdî ne ku Êzdî hene. Ji ber hinekan wisa bawer kirine ku ti kes ji wan nemane, xêzanên wan nemane, malbatên wa nemane, Êzdiyetî nemaye. Me dixwest em vê peyamê bigihînin wan lê bi rastî 6-7 rojan li wê derê man û destvala vegeriyan.
Em dixwazin ev babet ji babeta siyasî dûr be, ev babeteke mirovahî ye, hemû zarok jin in, peywendiyên wan bi tiştek din ve nîne. Pêdiviye em hemû destên xwe bidin destên hev, pêdiviye fişarekê li ser komelgehên navdewletî hebe li ser Iraqê li ser her deverek ji bo ku em bikaribin wan zarokan vegerînin. Bi rastî dilê me dişewite, ev 8 sal temam bûn ku heta niha hinek zarok li jiyanê mabin û din bin destê desthilatekê de bin ku desthilateke Kurdî de be û em nikaribin rizgar bikin.”
Herwiha Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzdî ji Destê DAIŞê Hisên Koro Qaîdî da zanîn ku zêdetirî 400 jin û zarokên Kurdên Êzdî di nav Kampa Holê de hene
“Heta niha Iraqê pêngavên pêwîst neavêtiye”
Ji bo bikaranîna mekanîzmaya vegerandina zêdetirî van 400 kesan koro got “Me hemû aliyan bikar aniye. Me aliyê siyasî û mirovahî jî bikar aniyê, me daxwazê ji ew rêxistinê UNê yên ku serdana me dikin kiriye. Me daxwaz ji hikûnet û parlamentoya Iraqê kiriye ku ev babet li ber çavan bên girtin. Heta niha ev xelk bi îdarî ser bi hikûmeta federal ve ye, ev xelkê bajarê Mûsilê ne, bajarê Mûsilê ser bi Iraqê ve ye. Êrkê parastin, rizgarkirin, qerebûkirin û alîkarîkirina wan bi derece yek dikeve ser hikûmeta Federal a Iraqê. Bi rastî heta niha ew pêngavên pêdivî heta niha nehatine avêtin. Lê me xwe bi hêviyê xelkekî din ve grênedaye. Me wek nivîsîngeh madem xelkekî din ji bo me nake, em mecbûr in bixwe bikin. Cenabê Serok Barzanî, Cenabê serokê hikûmetê, serokê herêmê hemû jî li ser xetê ne, yek ji xemên wan ên herî giran babetên van keç û jinan e.”
Çavkanî: Rûdaw