Rêveberiya Xweser ji bo vekirina sînorê Til Koçer bang li NY kir

.

 Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê bang li civaka navneteweyî û Netewên Yekbûyî kir ku Deriyê Sînorî yê Til Koçer vekin, û bi bîr xist ku Deriyê Til Koçer “ji bo gelên Rojava deriyê jiyanê ye.”

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî dorpêça li ser herêmê û girtina dergeha Til Koçer (Yerûbiyê) daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Xweser ji bo vekirina deriyê Til Koçer bang li civaka navdewletî û Netewên Yekbûyî dike û dibêje:  “Wek Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em bang li civaka navneteweyî û NY`yî dikin ku rewşa mirovî ji berjewendiyên siyasî yên hin welatan cuda bikin û bi hewldanên vekirina vê dergehê re gelê me yê dorpêçkirî rizgar bikin. Vekirina dergeha Til Koçer dê rêgeha berpirsiyariyên navneteweyî yên li hemberî gelê me ji nû ve rast bike.”

Dergeha Til Koçer duyemîn mezintirîn dergehên sînorî yên di navbera Sûriye û Iraqê de ye û bi qasî 90 km dûrî bajarê Qamişlo dikeve.

Di Tîrmeha îsal de dema ku aliyên navneteweyî ji bo bikaranîna dergeha Bab El-Hewa ji bo derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyê re dane, bi dawî dibe. Piştî ku Rûsya û Çînê sala borî di Encûmena Ewlekariya Navdewletî de mafê veto bi kar anîbûn û ji ber wê yekê bikaranîna dergehên sînorî yên li Sûriyê ji bilî dergehê Bab El-Hewa li Idlibê hate qedexekirin.

Rûsya dixwaze deriyê Bab El-Hewa jî bê girtin û alîkariyên mirovî tenê di rêya hikûmeta Şamê re bên şandin.

Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞê û Amerîka jî hewl didin ku deriyên din ên sînorî jî bên vekirin di nav de deriyê Til Koçer jî,  daku alîkariyên mirovî yên navdewletî bigihin hemû xelkên Sûriyê.

Rêveberiya Xweser ragihandiye: “Ji destpêka aloziya Sûriyê ve, bi amranca dagirkirinê û gefxwarina li Sûriyê û gelê wê gelek êriş li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ku di heman demê de parçeyekî xaka Sûriyê ne, parastin. Lê belê hin alî vê herêmên wekî herêmeke cuda ji Sûriyê dibînin, ev nêrîn şaş e. Rewşa li tevahî Sûriyê bandorê li herêmê û gelê wê jî dike. Gelê herêmê tu caran xwe ji derveyî Sûriyê nehisbandiye.”

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir