Rêveberiya Xweser li ser bipêşketinên dawî yên Sûriyeyê got, "Bûyerên li peravên Sûriyeyê yên li dijî birayên Elewî û şewitandina darên sersalê yên li Hema û Humsê ne di berjewendiya Sûriyeyê de ne."
Li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, Xirîstiyan piştî şewitandina dara sersalê daketin cade û kolanan.
Her wiha ji ber kiryarên li hemberî Elewiyan, wekî nerazîbûn Elewiyên li Sûriyeyê jî li heberî birêvebiriya nû ya Sûriyeyê xwepêşandanên xwe didomînin.
Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê li ser alozî û bipêştinên li Sûriyeyê daxuyaniyek belav kir.
Rêveberiya Xweser di daxuniya xwe de wiha got:
"Ji ber bipêşketinên bilez ên ku li Sûriyeyê rû didin, bi taybetî piştî rûxîna rejîma Beasê, ya baştir e ku em ber bi zihniyeta avakirina Sûriyeyeke nûjen ve bimeşin.
Hevgirtin û yekitiya gelê Sûriyeyê di pêşxistina modela rêveberiyeke nîştimanî ya li ser esasê edalet û wekheviyê de pêwîstiyeke dîrokî ye.
Pirrengiya ku di welatê me Sûriyeyê de dewlemendiyeke dîrokî ye û xwedî nirxekî nîştimanî civakî ye.
Ev dewlemendiya ku Partiya Baasê ji holê rakiribû dê rastiya Sûriyeyê û nasnameya wê ya resen nîşan bide.
"Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye"
Bûyerên li peravên Sûriyeyê yên li hemberî birayên Elewî çêcdibin û şewitandina darên sersalê yên li Hema û Humsê nakevin xizmeta berjewendiyên Sûriyeyê û paşeroja wê.
Parastina pirrengî û dewlemendiya nîştimanî ya Sûriyeyê bingeheke girîng e yê avakirina Sûriyeyeke bihêz.
Em wekî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tekez dikin ku parastina pirrengiya li Sûriyeyê û nebinpêkirina sembol, urf û kevneşopiyan pêwîstiyeke lezgîn e.
Parastina maf û erkên pêkhateyan erkekî nîştimanî ye.
"Nêzikatiyên şaş dê xizmeta aramiyê nekin"
Nêzîkatiyên şaş ên li hemberî her pêkhateyeke Sûriyeyê dê bandorên wê yên neyinî hebin û xizmeta armaniyê nekin.
Ji vê zêdetir dê bibin sedema derketina şer û nakokiyan û dê yekitiya Sûriyeyê bixe metisiyê.
Di salên dirêj de men bi rêya xeta xwe ya projeya neteweya demokratîk yekitî, hevgirtina pêkhateyan a li ser bingeha tevkariyê, têkoşîna hevbeş a li dijî hemû projeyên ku şer û nakokiyan gûr dikin parast."