Rêveberîya Xweser şaneya krîzê bo rewşa aborî ava kir

Rêveberîya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê biryar da, ku şaneyeke krîzê ava bike da ku rewşa aborî kontrol bike.

Navenda Nûçeyan- Hevserokê Encûmena Cîbicîkar a Rêveberîya Xweser, Ebid Mihbaş ragihand, rêveberîyê biryar daye ku şaneyeke krîzê bê dirustkirin da ku rewşa aborî li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûrîyê bişopîne.

Li gor Mihbaş şaneya krîzê dê rewşa aborî bişopîne û biryarên bilez di vê bareyê de bide, da ku xelk nekevin jêr bandora rewşa aborî ya xirab.

Rêveberîyê herwiha ragihandîye, ku ew dê keresteyên sereke yên wek çay, şekir, zeyt, şîrê zarokan û hin keresteyên din bi buhayê lêçûnê û erzan bifiroşin xelkê.

Rêveberîya Xweser herwiha destnîşan kirîye, nirxê sûtemenîyê û kirêya veguhestin û gihandinê jî dê wek xwe bimîne û nayê girankirin.

Avakirina şaneya krîzê ji alîyê Rêveberîya Xweser piştî wê yekê hat, ku di wan demên dawî de nirxên gelek kelûpelan li bazarên Rojavayê Kurdistanê û herêmên di bin kontrola rêveberîyê de bi awayekê berdewam zêdetir dibûn.

 

 

 

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'