Rêveberiya Xweser: Tirkiyeyê Bendava Tişrînê bombebaran kir

.

Rêveberiya Xweser bi daxuyaniyekî bangî Hevpeymaniya Navneteweyî kir ku di bûyera teqîna Bendava Tişrînê de destwerdanê bike.

Desteya Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de anî ziman:

“Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ji vê sibehê de Bendava Tirşînê de bombebaran dikin.

Di encamê de bendav bi temamî ji xizmetî ket. Turbîna sêyemîn dihat sererastkirin lê bi ketina bendavê ya ji xizmetê û ji ber zereran, bendav bi tevahî tevî alavên kehrebê rûbirûyî gefa noqbûnê ye.”

Desteyê bangî Hevpeymaniya Navneteweyî kir ku bi awayekî bilez destwerdanê bike ku karesateke mirovî li herêmê çênebe.

Her wiha hat xwestin ku êrişên Tirkiyeyê yên li dijî avahiyên xizmetguzariyê û bendavan bi dawî bike.

Kurdistan Haberleri

Mamosteya Kurdî li Sineyê 5 sal ceza xwar: ‘Fêrkirina Kurdî sûc e?’
Artêşa Tirkiyeyê li hin herêmên Kurdistanê belavokan davêje
Rûsyayê agirbest bi Ukraynayê re ragihand
Amerîkayê hişyariya gerûgeşta li Sûriyeyê da
Navê stada Fenerbahçeyê dê bibe 'Kobanî'