Di bin serpereştiya hukumeta Almanya de berpirsa mafên mirovan û ya ji alîkariya mirovî berpirs Luise Amtsberg seredana herêma erdhejê kir. Amtsberg, ragihand ku hêj gelek tişt kêmin, soza alîkariyê da û bang kir ku alîkariya mayînde bidin xelkê herêmê. Luise Amtsberg di nûçeya di DW ya Tirkî de weha got:
“Ji bo jiyan dewam bike, gelek tişt kêmin. Kesên li jiyanê mane û li herêma erdhejê dixebitin, pêdiviya wan bi avê, sîstemên tenduristiyê, hewandina di derveyê konan de, perwerde, desteka psikososyal û travma, heye.
Rewşa li herêmê wisa nîşan dide ku ji bilî pêdiviyên lezgîn, divê alîkariya wexta orte û ya dirêj bifikirin. Ji bo alîkarî bi rastî bên belavkirin, pêwiste temamê yekîneyên Almanya bi koordîne bixebitin.”
Amtsberg di hesabê Twitterê de got ku Almanya, ji bilî alîkariyên berê, wê îlawe alîkarî bide. Amtsberg di peyama xwe de weha dewam kir:
“Di rêya wezareta karên derve de, em ê alîkariya bi miqdarê 780 hezar Euroyî di ser rêya Rêxistina Alîkariya Birsê ya Dinyayê (Welthungerhilfe) de, berê wê bidin mexdûrên erdhejê, raste rast alîkariya pera, tuwaletên seyyar, tankên avê, kîtên hijyene, xida û ji bo jinên bi hemil xizmeta şêwirmendiyê bidin.
Ji bo desteka kesên li herêmê yên di jiyanê de mane, ji bo wan ne bez lê maraton pêwiste. Li bajarê Antakya %85 xaniyên wê hilweşiyane, nema kes dikare di wan de bimîne.”
Amtsberg, ji bo mexdûrên Sûriyê jî banga alîkariyê kir û got divê Tirkiyê deriyên zêdetir veke û daîma vekirî bimînin. Amtsberg, got ku berya erdhejê jî li Sûriyê rewşa bakûrê rojava felaket bû.