Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran Hate Berdan

.

Rêvebirê Teşkîlata Mêrdînê ya PAKê Mustafa Doran roja 15.08.2022yê li Dêrika navçeya Mêrdînê ji alîyê polîsan ve hatibû desteserkirin.

Piştî ku li Fermandarîya Jandarma ya Mêrdînê îfadeya wî hate girtin, Mustafa Doran hate berdan.

Mustafa Doran bi awayekî bê hiqûqî hate desteser kirin û nuha jî bi îthama ‘’ Propagandaya PKK-KCKyê’’ îfadeya wî hate girtin.

Mustafa Doran di îfadeya xwe da van îthaman red kir û got ‘’Ez damezranêr û rêvebirê PAKê me. Ez her li ser bername û rêbaza PAKê me’’.

Îro(16.08.2022) Rêvebirên Teşkîlata Mêrdînê ya PAKêli Dêrikê seredana Mustafa Doran kirin û piştgirîya xwe nîşan dan.

16.08.2022

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê.

Kurdistan Haberleri

Mustafa Ozçelîk: ‘Kek Feyyaz Di Dilê Me De, Di Têkoşîna Me De Dijî
PWKyê li Kercewsê li ser mezelê wî welatperwerê kurd Feyyaz Ekmen bibîranî
Piştî Kurdan Ereb jî konferansa xwe li dar dixin
Li Îranê teqîneke din çêbû: Mirî û birîndar hene
Li asmanan li pey xeyalên xwe difire: 'Ez bi jinbûn û Kurdbûna xwe serbilind im'