Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova diyar kir, 20 zarokên di bin 18 saliyê re bi armanca biçekkirinê, ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve hatine revandin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirova belav kir, ji destpêka sala 2022an ve, li herêmên Rêveberiya Xweser 20 zarok ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatine revandin.
Herwiha Rewangehê nav û dema ku ew zarok hatine revandin belge kirine û dibêje, çarenivîsa beşeke mezin ji wan zarokan ne diyar e.