Em heyetek bi serokê giştî yê ji PAKê re ji bo taziya Birûsk Ferhad Tugan ê hêja ji Amedê bi rê ketin da ku herin bajarê Colemêrgê. Rê ya me dûr bû, em bi dilekî xemgîn ji bajarekî wêrankirî diçûn yekî din !
Her em berbi bajarên Serheda rengîn de diçûn , bayekî hênik dilîland, ava kesk û şîn diherikî û çiya bilind dibûn. Li Serhedê havîn hîn nehatibû, buhar bû, zevî ji kulilkên rengareng xemilî bûn, xuşexuşa avê bû. Koçer konê xwe di nav zeviyên rengareng de vegirtibûn û pezê xwe diçêrandin. Van dîmenan gotinên helbesta Ahmed Arif anîn bîra min "buhar hatiye çiyayê welatê min" Ew hest û ew dîmenên azad û xweş ji nişakave bi kontrola leşkerên tirkan ya reş û tarî hat birîn.
Di wê kêliyê de min dîsa hesta bindestiyê bi dijwarî û janeke mezin hîs kir. Ez di wê baweriyê de me ku hevalên li ba min runiştîbûn heman hest hîs dikirin. Çendî nexweş e ku mirov li welatê xwe bindest be. Di hemû rêwîtiyê de li gelek ciyan leşkerên tirkan me sekinandin û nasnameya me kontroll kirin.
Dema em gihaştin ber "Yeni köpru kontrol noktasi" ango pireya navbêna Gever û Colemergê li wir kontroll ya mezin hebû. Bi kilometreyan dirêj dora trimpêlan hebû. Xelk di trimpêlê xwe de hema bêje hepskirî bûn. Her hinek bi rengekî, zarok, malbat, yixtiyar hemû bi seetan di wê dorê de ji bo kontrola nasnameya hetibûn rawestandin.
Bê guman li ciyekî weha bi tu hawayî nehatiye fikirandin ku ihtiyaciyên wan kesan yên di wê dora dijwar de heye. Xelk, ji rêya dûr diherin, tî dibîn birçî dibin ihtiyaciya avdestê dibe. Di rewşek weha de ji neçarî xelk şûşeyên avê, hemû gemara xwe ji trimpêlan dawêjin ber rê. Bi kilometreyan li kêleka rê sergoyên gemarê çêbibû. Ji şûşeyan bigre , kaxez, karton, paçikên zarokan yê lewitî, hertişt li ber çavan bû. Tuwaletek muwaqat li wir hebû ku ji zêdebikaranînê lehî lê rabibû. Ji bo ku teybet qaşo jin bikaribin herin wir diviya bû bi mêrekî û konvojek eskeran re herin wir.
Piştî zêdeyî du seetan em ji kontrolê derbas bûn û em gihaştin Colemergê. Ji bo min Colemerg wek gelek bajarên Kurdistanê yên ciyê serxwebûn û berxwedana azadiya Kurdistanê ye. Dema em ketin hundurê bajar, xemgîniyekê jana xwe da dilê min, hem em diçûn taziya hêjayiyekî Kurdistanî û hem jî rewşa bajar û rewşa gelê bajêr.
Ne mirovatiye ku ji i bo ketin û derketina bajarê xwe mirov bi seetan di dora kontrolê de be. Em berbanga sibê ji Amedê bi rê ketibûn û li gor hesaban em diviyabû li dor seet 13.00-14.00 bighiyaştana Colemêrgê, lê piştî wê rêwîtiya dûrûdirêj û kontrola hov em ancax berêvarê gihaştin ciyê taziyê. Mirina dijwar bê rawestan kon li ber deriyê kurdan vegirtiye...
2016/06/17