Rewşa Rêxistinbûyînî ya Kurdistanîyan li Diyaspora

MB Boskan

MB Boskan

Her çend kurd li seranserê dinyayê belavbûbin jî dema diyasporaya kurd tê gotin pêşî Ewropa tê bîra meriv. Ev ji ber ku Ewropa nêzîk ê welatê me ye û hejmara kurdistanîyan pirtirê milyonekî lê cîwar bû nin, bi pirbûnîya xwe di rêza 3 yan 4 an de cî digire, têkilîya siyasî û aborî ya navbera Ewropa û dagirkerên Kurdistanê gelektir e. Her weha bandora kurdistanîyên li Ewropa di warê ziman, çand, aborî, siyasî û hwd de li ser Kurdistanê xwurttir e.

Civaka kurdistanîyan li Ewropa piralî ye. Bêguman kurdistanîyên diyaspora jî weka her civakî ji hemî beşên civakê pêktên; (mêr, jin, zarok, pîr, ciwan, dîn û mezhebên cuda , karker, sermayedar, xwendekar memûr û hwd). Piranîya wan karkerin, ew di her ware jîyana Ewropa de jî bicî bûne. Dinav dezgeyên wlatên ku lê dijîn de, di nav partîyên siyasî, parlamento û bajarvanîyan de, di nav akademisyenan de hene û her ku diçe di van waran de hejmara kurdistanîyan zêdetir dibe. Herweha sermayedarên me jî her ku diçe pirtir dibin.

Li gora civakên din, kurdistanî di nava xwe de, her çend bi nav rêxistinîyê hemû beşên civakê de hebin jî di warê rêxistinî ya xwe bi xwe de zehîfin, ne xwedîyê yek hêzî û yek dengî nin. Di astên ku lê dijîn de di warê fermî de kurdan li ser navê miletê dewletên dagirker tên binav kirin. Gelek ji sermayedarên kurdan bi navê milletê serdest tên nasîn.

Di warê rêxistinî de ji salên 60î vir ve li welat çend partîyên kurdistanî hebûnewek li welatli Ewropa jî her yekê li gor hêza xwe komeleyên nêzîkê xwe, yan jî ji hevalbendên xwe avakirin. Ji ber vê gava tevgera wan li welat xwurt dibûn yan zehîf dibûn, yan nediman; ew komeleyên nêzîkê wan jî li gora wan diguherîn. Yanê bi giranî komeleyên civakî, ne li gora pêwistîyên civakê li gora berjewendîyên tevgera siyasî ava bûn. Ev egerekî pir mezin e ku rêxistinên civakî li gora pîşeyî û beşên xwe yên pêwist ava nebûn, yên ava bibin jî di nav civakê de gelek zehîf û kêmbandor bûn.

Weka tê zanîn li hemî dinê rêxistinên siyasî her çend bi encamên xwe ve li ser her warê civakê erênî yan nehênî xwedî bandor bin jî li tu deverî piranîya civakê di nav xwe de nacivînin, ew tim hindikayîya civakê nin. Ji ber vê jî gava rêxistinên sivil girêdayîyê sîyasetapartîyanbin dê hêza wan jî wek ya partîyên wana bin û dê ji piranîya civakê dûrbin û dûrbikevin. Li diyaspora jî rêxistinên me yên sivil, civakî di vê rewşê dene. Ji alîyê din ve gava meriv li  Ewropa li sergoya rêxistinên civakî mêze bike, bi giranî meriv wê rastê komeleyên kurdan jî were.

Tevî vê rewşê jî dezgeyên me yên pîşeyî, çandî, rewşenbîrî û hwd jî hene û roj bi roj firetir dibin. Xwestek û hêvî ewe ku em kurdistanî li dîyasporayê di hemî beşên civakê de li gora berjewendî û pêwistîyên civaka xwe bi rêxistin bibin. Karibin bersîva pêwistîyên civaka xwe bidin, alîkarê pêşketina wan bibin, li her welatî û her weha li seranserê Ewropa yekahengîyekî di nava kurdistanîyên diyaspora da ava bikin. Ji bona vê li rê û rêbazan bigerin.

Divî warî de pêwiste ku rêxistinîyên Kurdistanî ne li gor berjewendîyên partîyên xwe , lê li gora berjewendîyên civaka kurdistanîyên diyasporayê li hev rûnên destbidin hev, rêyekî çareserîya vê pirsgirêka ji hevketî, pirdengî  û piralîtîyê re bibînin. Livir divê, armanc hişmendîya berjewendîyên giştî be.

Ev yekrêzî wê him ji çareserkirinên pirs û pirsgirêkên civaka me ya diyasporayê re bibe derman, him jîdê jipiştgêrîya xebata azadîya Kurdistanê re bibe alîkarîyek mezin.