Navenda Nûçeyan - Li parêzgeha Urmîyê ku ew du heftî ye pêla tûşbûn û mirina bi sedema COVID-19 her ku diçe her zêdetir dibe, hejmara kesên ku bi vê vîrusê nexweş ketine, 2 hezar kes derbas kir û gihîşte 2 hezar û 24 kesan.
Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Urmîyê, Cewad Aqazde ragihand, di 24 demjimêrên bihorî de 3 kesên din ji tûşbûyên koronayê li parêzgehê canê xwe ji dest dan û bi van kesan re hejmara qurbanîyên COVID-19 li parêzgeha Urmîyê gihîşte 149 kesan.
Cewad Aqazde herwiha dîyar kir, li parêzgeha Urmîyê herwiha 1 hezar û 266 kes ji nexweşên koronayê jî baş bûne û bo malên wan hatine şandin.
Li parêzgeha Loristanê jî ku ew zêdetirî heftîyekê bû, Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya wê parêzgehê ti amarek derbarê koronayê de belav nedikir, herî dawî roja bihorî ragihand, ku ji destpêkê ve heta niha 1 hezar û 400 kes li sînorê wê parêzgehê tûşî koronayê bûne.
Serokê Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Loristanê, Mihemedriza Nîkbext ragihand, 113 kesan li wê parêzgehê bi sedema vîrusa COVID-19 canê xwe ji dest dane û 967 kes jî baş bûne.
Mihemedriza Nîkbext derbarê sedema belavnekirina amarên parêzgeha Loristanê di heftîya bihorî de got: “Ev yek biryara Wezareta Tendirustîyê bû û em jî pabendî biryarê bûn.”
Nîkbext dibêje, ji ber du sedeman nabe ku amar bêne belavkirin, “ya yekem ji ber vê yekê ku em hemû şevan nûçeyek nexweş nedin xelkê û ya duyem ji ber vê ku eger li bajarekî hejmara tûşbûyan kêm bibe û were ragihandin, êdî ti giringîyê bi parastina rêkarên tendirustî nadin.”
Li parêzgeha Sineyê jî amarên derbarê vîrusa koronayê de zêdetir dibin. Herî dawî li gor amarên Zanîngeha Zanistên Pizîşkî ya Kurdistanê li Sineyê belav kirine, li wê parêzgehê hejmara pêketîyên COVID-19 gihîştîye 1 hezar û 15 kesan û 108 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Herwiha li Sineyê heta niha 561 kes jî abş bûne.
Kirmaşan û Îlam du parêzgehên Rojhilatê krudistanê ne, ku hêj hejmara tûşbûyên koronayê li wan parêzgehan li jêr 1000 kesî ye, herwiha hejmara mirina bi sedema vê vîrusê jî li jêr 100 kesî ye.
Li parêzgeha Kirmaşanê, li gor amarên herî dawî hatine belavkirin, heta niha 890 kes bi COVID-19 ketine û 61 kes jî mirine.
Herwiha li Îlamê jî 445 kes bi koronayê ketine, ku 47 kes ji wan mirine û 324 kes jî baş bûne.
Li gor amarên herî dawî yên Wezareta Tendirustîya Îranê, heta niha li wî welatî 84 hezar û 802 kes bi vîrusa COVID-19 ketine û 5 hezar û 297 kesan jî canê xwe ji dest dane. Herwiha li Îranê heta niha 60 hezar û 900 kes ji nexweşên vê vîrusê jî baş bûne.
Rudaw