Serokê Federasyona Navneteweyî ya Diyasporaya Kurdan (FNDK) û Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev koça dawî kir.
Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev îro Yekşemê 8ê Tebaxa 2021ê li Nexeşxaneya Almatayê ya Qazaxistanê ji ber Covid-19ê koça dawî kir.
Kinyazê Îbrahîm 20 roj berê bi coronayê ketibû û li nexweşxaneya bajarê Almata yê Qazaxistanê hatibû dihat demankirin.
Biryar e termê Kinyazê îbrahîm du yan sê rojên din li Almatayê bi axê were spartin.
Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd ê berhemdar herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî ye di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 1ê Gulana 1947 li Ermenîstanê hate dinyayê, beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşî têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di warî civakî û perwerdeyê de.
Çend pirtûkên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev yên girîng:
“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî.