Li ser kuştina keça Kurd Jîna Emînî ku di êlûna sala borî de ji aliyê polîsê Tehranê de hatibû kuştin, xelk daketibû kolanan û xwepêşandanan kiribû. Di xwepêşandanan de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê Îranê 7 çalakvanan îdam kiribûn û niha 7 Çalakvan bi îdamê re rû bi rû ne.
Rêxistina Efûyê ya Navdeweletî Amnesty xwest ku herkes ji bo 7 çalakvan îdam nebin, bikevin nav tevgerê. Rêxistinê ragihand ku di bin çav de bi qirbaçan li wan dixin, elektrîkê didin bedena wan, tehdîda mirinê li wan dikin, şiddeta cinsî li wan dikin û her xerabiyê bi wan dikin. Di daxwuyaniyê de hat gotin ku piştî meha Nîsanê li Îranê didardekirin zêde bûne û di 19 ê gulanê de rêvebirên Îranê bi awayekî neheqî biryara îdamê dabûn Mecid Kazimî, Seîd Yaqûbî û Salih Mîrhaşimî û hem li wan îşkence kiribûn. Biryarê bicîn anîn û wan îdam kirin.
Rêxistina Efûyê ya Navdewletî ji bo 7 kesan kampanya îmzayê vekir û di daxwuyaniya ji bo kampanyayê de weha got:
“Muhammed Borogani û Mahand Sadrat (Sedarat) Madani li eyaleta Elbrûzê; Mecid Kazımi, Salih Mirhaişimi û Said Yakubi li eyaleta Esfehanê; Mucahid (Abbas) Kurkur li eyaleta Huzistanê; İbrahim Narui, Mansur Dahmarde, Kambiz Harut, Şuayib Mir Beluczehi Rigi, Mansur Hut û Nizamuldin Hut li eyaleta Sistan- Belucistan; Manuşehr Mehman Navaz, Muhammed Gobadlu, Said Şirazi, Ebulfazl Mehri Huseyin Hacilu û Muhsin Rezazade Garagolu jî li eyaleta Tehranê hatin darizandin. Herî kêm 7 kes ji ber zerarê dane malê giştî yê dewletê, zerarê dane mulkê taybet û şewitandina tiştnan kirine bi cezayê îdamê hatin cezakirin. Lê li gor qanûna navdewletî; ji bilî kesekî yekî din bê sebeb bikuje cezayê îdamê nabe ku bidinê. Daraza wan ne adilane ye, bi îşkencê îfadên wan girtine.”
Ji bilî 7 kesên ku biryara îdama wan heye, 16 kesên din jî bi biryara îdamê re rû bi rûne û rêxistin navên wan weha da:
“Tumac Salihi, Ferzad (Farzin) Tahazade, Ferhad Tahazade, Kervan Şahipervane, Rıza İslamdust, Şehram Maruf-Mola, Puriya Cevahiri, Haşmetullah Tabarzadi, Behman Behmani, Muhsin Ahmedpur, Behruz Salahşur, Resul Badagi, vahid Abbasi, Rıza Arabpur, Sadık Kasımi û İsmail Musavi Nazari”