Parêzer û endama komeleya mafên mirovan li Cizîrê Xedîce Ibrahîm wiha got: “Çavkaniyên me yên li Efrînê haletên revandinê bi nav û deng û dîmen ji me re birê dikin. Em jî ji bo wan belge dikin û dişînin Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewropî, ta ku fişarê li Tirkiyê bikin ta van kiryarên di derheqê miletê Efrînê de têne kirin de rawestîne.”
Di meha Gulana bûrî de dîdareke parêzerên Sûriyê li bajarê Amûdê hate lidarxistin ku tê de Platforma Parêzerên Sûriyê ji bo Berevaniya Efrînê hate damezrandin. Ev platform 313 mafnas tê de kar dikin û dê kêseyên revandin û kuştinê li Efrînê belge bikin da ku pêşkêşî Dadgeha Tawanbariyên Navdewletî bikin.
Mafnas Erdewan Ehmed dibêje: “Belgekirina me ji van kiryar û binpêkirinên mafên mirovan re rojane ye. Em van dozan didin hevdu û digihînin rêxistinên navdewletî, lê hîna me pêşkêşî Dadgeha tawanan a Navdewletî nekiriye.”
Li gorî agahiyên Komeleya Mafên Mirovan li Cizîrê 2000 kêseyên revandina xelkên sivîl li cem wan belgekirî ne, ku ji wan 700 dosye ji malbatên kesên revandî hatine pêşkêşkirin.