Rêxistinên Ziman: Bila zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê

.

Rêxistinên Ziman li Diyarbekirê bi boneya destpêkirina werzê perwerdehiyê li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê, bang kirin ku mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî were nasîn.

Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî li Parka Koşuyolu ya Diyarbekirê bi boneya destpêkirina werzê perwerdehiya serdema 2022-2023 bang kirin ku li Tirkiyeyê zimanê Kurdî jî bibe zimanê perwerdehiyê û ji dibistana seretayî heta zankoyê di perwerdehiyê de zimanê kurdî were bikaranîn.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ve hat xwendin, hat diyarkirin ku her çiqas reformên biçûk derbarê zimanê kurdî de hebin jî bi rêbazên cuda tên astengkirin ku vî welatî 84 milyon mirov dijîn û ji sisêyê yekê wan Kurd in.

Bang hate kirin ku pêwîst e xala 42. a makezagona Tirkiyeyê ya dibêje “zimanê perwerdehiyê bi tirkî ye û ji bilî tirkî zimanek din nabe zimanê perwerdehiyê” were guherîn, Peymana Mafên Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî bi hemû xalên xwe ve were pejirandin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku heta daxwazên gelê Kurd ji pêşdibistanan heta zanîngehan werin pêkanîn dê tekoşîna gelê kurd bidome.

Tevahiya Daxuyaniya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî li jêr e


"Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê serdema perwerdehîyê ya salên 2022-2023'yan destpê dike. 
Wekî 99 salên ku heta niha borî ne, zarokên ku zimanê wan ne Tirkî ye, nemaze jî ji bona bi milyonan zarokên Kurdan mafê perwerdehîyê bi zimanê dayîkê nebûye mafekî qanûnî. Zarokên Kurdan di dibistanên Tirkiyê de heta niha bûne wekî alavên pişaftin û helandinê. Di van dibistanan de, di hemû astên perwerdehîyê de zarokên Kurdan ji perwerdehîya bi zimanê Kurdî bêpar mane. Di dibistanan de zimanê Tırkî li ser zarokên Kurd tê ferzkirin. Reformên biçûk ku heta niha di warê ziman de hene jî bi rêbazên cuda tên astengkirin. Siyaseta fermî di pirsa zimanê Kurdî de eşkere durûtiyê dike.   
Li vî welatî 84 milyon mirov dijîn û herî kêm ji sisîyan yek jî bi eslê xwe Kurd e. Dîsa li Tirkiyê, ji bona ku perwerdehîyê bi zimanê Tirkî bidin, ji pêşdibistanan heta zanîngehan milyon û nîvek mamoste ji aliyê Wezareta Perwerdehîyê ve hatine peywirdarkirin. 
Lêbelê ji bo bi milyonan zarokên Kurd, di serdema perwerdehîya salên 2020-2021'ê de tenê mamosteyek, ji bo serdema salên 2021-2022'yan jî, tenê sê mamoste hatine bicîhkirin. Li gorî daneyên fermî heta niha derdora sed mamosteyên Kurdî hatine peywirdarkirin. Heke bi rastî mafê perwerdê bi zimanê Kurdî mafekî asayîbûna, divabû bi sedhezaran mamosteyên Kurdî bihatana tayînkirin.
Eşkereye ku di şert û mercên demokratîk û wekhev de, pêwist bû ji bona xwendekarên Kurd pencsed hezar mamosteyên zimanê Kurdî bihatana bicîhkirin. Lê li gori siyaseta fermî mafê zarokên Kurdan û Tırkan îro ne weke hevdû ne. Derfetên berfireh ji bona perwerdehîya bi zimanê Kurdî hema hema tune ne. Armanca dewleta Tirk di pirsa ziman de pişaftina Kurdî ye. Ev rastî di peywirdarkirina mamosteyan de jî eşkere xuya dike, Ev dane bi tena serê xwe rastî û bê statûbûna me Kurdan jî baş dide der.
Jixwe ji avabûna Komara Tirkîyê û heta vê demê jî, ku ev 99 sal di sere derbasbûne, yek avanîyeke jî ji bona ku xizmeta Zimanê Kurdî bike nehatiyê sazkirin. Dewleta Tirkîyê zimanê Kurdî heta niha tune hesibandiye. Sazîyên ku xebata Zimanê Kurdî dikirin jî, derîyên wan hatine morkirin. Bi sedan komele û sazîyên ziman hatin qedexekirin. Ev helwesta hanê bi nirxên demokrasî û wekhevîyê re tucaran li hevdû nakin. 
Ji bo ku astengî û qedexeyên pêşberî mafê perwerdehîya bi Zimanê Kurdî ji holê rabin.
- Pêwiste xala 42'yemîn a Makezagonê ya bi naveroka; "Li Tirkîyê ji bilî zimanê Tirkî bi tu awayî bi zimanên din perwerdehî nayê dayîn" were sererastkirin yan jî ev xal ji Qanûna bingehîn were derxistin.
- Peymana Mafê Zarokan ya Neteweyên Yekbûyî, divê bi hemû xalên xwe ve were pejirandin. Ji bona hemû zarokan ku li vî welatî dijîn mafê çand, nasname û perwerdehî bi Zimanê Dayîkê were asayîkirin. Heta niha eşkere xuya dike ku li gel hemû nerazîbûn û bangên sazîyên mafê mirovan -ên li nava welat û derveyî welat jî- rayedarên dewleta Tirkîyê di vê biryara xwe ya ne rewa de, li ser înkara pirçandî û pirzimanîyê helwesta xwe ya çewt berdewam dikin. Em jî li hemberî vê înkar û asimîlasyonê bi yek dengî dibêjin;
Mafê Zimanê Kurdî, mifteya azadî û wekhevîya gelê Kurd e.
Di heman demê de Zimanê Kurdî, nîşaneya hebûn û statûya gelê Kurd e.
Heta ku daxwazên gelê Kurd ên ji pêşdibistanan heta zanîngehan pêk werin û Zimanê Kurdî li vî welatî bibe "Zimanê Fermî û Zimanê Perwerdehîyê", wê têkoşîna gelê Kurd ji bona ziman, çand û nasnama xwe ya netewî û mirovî her berdewam be. Em Kurd bi hevdû re bangdikin û diqîrin;
* Zimanê Kurdî rûmeta me ye!
* Zimanê Kurdî hebûna me ye!
* Bê ziman jiyan nabe!
Li hemberî siyasetên bişaftinê û qedexeyên ku li pêşberî perwerdehîya bi Zimanê Kurdî hene; emê di hemû qadên jiyanê de bi bahwerî dibêjin;
* Bi Kurdî biaxivin!
* Bi Kurdî bixwînin!
* Bi Kurdî binivîsînin!
* Bi Kurdî bifikirin!
* Bi Kurdî Bijîn!"

12'ê Îlonê 2022 Amed.

PLATFORMA ZIMANÊ KURDΠ                              

TORA ZIMAN Û ÇANDA KURDÎ

Kurdistan Haberleri

AMED - Bijîşk 4 rojan grevê dikin
Li Diyarbekirê Tora Mafên Zarokan hat damezirandin
Serjimariya giştî ya gel di roja xwe ya duyemîn de berdewam dike
Tirkiye li Rojavayê Kurdistanê hêzên xwe zêde dike
Hawrê Tofîq: Serjimêrî dê bandorê li hejmara kursiyan bike