Rêya Wanê û Miksê 130 roje girtiye

.

Bi sedema aşît û barîna berfê 130 roje ku rêya bajarê Wanê û Miksê (Bahçesaray) girtiye. Tîmên vekirina rê ji bo rê vekin, xebatên wan dewam dikin. Rêya Wanê û Miksê ji 22.12.2023an heya niha girtiye.

Li hinek deveran qaliniya berfê ji 3 metreyî heya 5 metreyî heye. Li ‘Buhira Garabêt’ ku ji deryayê 3 hezar metre bilinde xebatên vekirina rê dewam dikin.

Ji ber rêya navbera Wanê û Miksê girtibû heya niha erebe di ser rêya Hîzan a Bedlîsê de diçûn navça Miksê.

Kurdistan Haberleri

Hemû helbestên Berken Bereh di Botannameyê de çap bûn
Piştî tayînkirina qeyûman kolanên Dêrsimê bûn qada şer: ‘Dagirkerî ye’
Doza kuştina Şerzan Kurt: Biryareke nû hat dayîn
Miles Caggins: Çend gav ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine avêtin
JAPONYA - Dadgeha Saitamayê xwepêşandana li dijî Kurdan qedexe kir