Tengezar Marînî
Di 24-ê Nîsana 2016-an de, li bajarê Hannover/Elmaniya bi destpêşkeriya înîsîaytîva Ciwanên Kurdistanê li Hannover şeva rêzgirtina nivîskar, lêkolîner, hişmend û helbestvanê hestên tenik, ko wek hostê ruhê gelê xwe, tête binavkirinê, Dr. Eskerê Boyik li dar ket.
Ev şev bi beşdariya komek ji nivîser ên eyan ji her çar parçeyên Kurdistanê, Heyder Omer, Jan Dost, Newaf Mîro, Burhan Qeredaxî û beşdariya dengî, Hesen Îrandost û amadebûna gelek sazî, kesayetiyên pispor di warên cuda de, Prof. Dr. Hisên Bektaş û xanima wî siyasetmedar Naciya Çelebî-Bektaş, nivîskar Hisên Düzen, rêvebirê komîta kurdên Hannover Ferîdon Qazî, mamoste Mistefa Kisabacak û rojnamevan-nivîskar Ziya Laçin, avokat Feysel Bedir, mamoste Subhî û gelek rewşenbîr, her wisa Piyanist Brahîm Şêxo, Alî Ronak, Jiyan û hunermendê deng û tembûr xweş Kadar Nûrî bi rê ve çû. Zor hevok û peyvên bi naverok û watekûr li ser helbestvan, nivîskar û lêkolînerê navdar Eskerê Boyîk hatine gotinê.
Di wê şeva rêzlêgirtina nivîskarê xudan ked, beşdaran xwestin bizanibin, Esker kî ye? Çi ye? Berhem ên wî çi ne? Û sedema vê rêzlêgirtinê?
Her nivîskarekî serboriya xwe di gel Eskerê Boyik da diyarkirin û çavkaniyên wê nasînê bi têr û tesel darêjan. Ez wek pêşkêşê wê ahengê, li ser afirandin, nivîskariya Esker û astengiyên heyî di rêka nivîskarên yekîtiya Sovyeta berê û bi taybetî li pêşiya Esker bixwe anî zimên. Mamoste Heyder Omer, li ser berhemên Esker, mandîbûna wî, gera wî li dûv ziman û wêjeya kurdî kir û wek nivîskarê gerok ew binav kir. Romannivîsên qedirgiran Jan Dost, kêfxweşiya xwe diyar kir, ku nivîskar hîna li jiyanê ye û qedrê qelema wî weke seydayê Xanî dibêje hate dîtin. Her wisa helbesta Esker ya bi navê dîkê derewîn, ku wî di sala 1991ê de wergerandibû ser zimanê erebî û di pirtûka xwe ya berhevoka helbestvanên kurd bi erebî, ya yekem weşandibû û di pey re, helbesteke xwe xwendin. Mamoste Newaf Mîro, ji camêriya xwe li ser jiyana wî û berhemên wî û ka ew çawa xwe dide nasîn peyivî û helbesteke xwe diyarî mamoste kir. Pîrozbahî û birûskên dilxweşiyê hatin xwendin, ji yekîtiya nivîserên kurd-tayê Duhokê, bêjera radio Riya Teze, Xanim Bella Sturkî, nivîskar Konê Reş û gelek ên din.
Rejisor û şanogerê kurd yê taze ji Silêmaniyê hatibû, Burhan Qeredaxî bi helbesteke xwe beşdarî ahengê bû û bi dilekî mişt xem û xemgîn helbest xwend. Mamoste Ferîdon Qazî, bixêrhatina mêvanan kir û dît, ev karê rêzgirtinê karekî șaristanî ye û di kesayetiya Esker de, ew nivîskarên bi kul çûn têne bibîrhatin.
Hêjayî gotinê ye, ku hunermend Alî Ronak, nivîseke tenik derbarê Dr. Esker de nivîsîbû, xwend û di pey re helbesta Dayê Can, ya Esker, ku awaz lê danîbû, jenî û got.
Hunermend Kadar Nûrî, bi stran, deng û tembûra xwe dilê mêvana șad kir. Piyanistê me, Brahîm Șêxo, ku taybet bo vê șevê ji cihekî dûr hatibû, tiliyên xwe yên majîk, li ser piyano re birin û guhdar bêdeng hiștin. Di dawiyê de, Seydayê Esker, hat û xelat ji destê endamên Insiyatîvê wergirt, her weha qeftek gul jî. Hunermendê șêwekar Ismaîl Misto, ji rojavayê Kurdistanê, Portrait yê Esker kêșa bû, lê mixabin nikarîbû amade bibe, hevalên wî yên Partiya Demoqrata Kurdistan-Sûriya ew diyarî dane destê Esker î. Esker jî hat û „ Ji vir û heya mala xwedê‘ razîbûna xwe diyar kir û li ser asteng û kelem ên li pêșiya nivîskaran û nivîskariyê li wê demê darêja û bi kêfxweșî hemî mêvan bioxir bûn û em jî yên amadekarê șevê, me karê pêdivî kir û bi kêfxweșî vegeriya mala xwe.
Foto:Jan Barin