Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê dibêje, vêga Sûriyeyê ji bo Amerîka ne karê pêşîn e û artêşa Amerîkayê dixwaze beriya vekişîn û derketina ji xaka wî welatî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) bêhtir amade bike.
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê Robert Ford di hevpeyvîneke Rûdawa Îro de got:
“Rêveberiya Xweser û serkirdeyên cihê çewtiyeke zaf mezin dikin heke pişta xwe bi parastina Amerîkayê ve girê bidin, Hikûmeta Amerîkayê nikaribû alîkariya Artêşa Azad a Sûriyeyê bike, Amerîkayê nikaribû alîkariya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Cerablûsê bike.
Washingtonê nikaribû alîkariya tîma danûstandinan a Sûriyeyê li Astanayê bike, zext û bandora Amerîkayê li Sûriyeyê bi gelemperî pir biçûk e. Loma girîng e ku serkirdeyên li Qamişloyê bizanin ku divê di danûstandinan de tenazulan pêşkêşî Hikûmeta Sûriyeyê bikin.”
Balyozê berê yê Amerîkayê yê Sûriyeyê di heman hevpeyvînê de Rêveberiya Xweser rexne dike ji ber nebûna rêkeftin û hevahengiyê û dibêje ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bi xwe hin caran bi awayekî zordest tevgeriya, êrişî baregehên partiyên ku ne PYDyê ne kir, dest avêt rojnamevanan û carinan jî ew girtin, loma bêbawerî di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de heye û Amerîkiyan jî nikaribû rêkeftinekê di navbera wan de çêbike.
Rûdaw: Bila em bi vê pirsa giştî dest pê bikin: Vêga Sûriyeyê di kû dera siyaseta Amerîkayê de ye?
Robert Ford: Ev dora 10 salan e ku Sûriyeyê ne karê li pêş e ji bo Amerîkayê. Vêga jî bi rêveberiya Biden re, Sûriyeyê karekî li pêş ê nizm e. Ukrayna dosyeyeke zaf mezintir e. Taywan û Komara Gel a Çînê, ev her du karên li pêş ên mezintir in, tewra şerê Xezayê niha karekî li pêş ê mezin e, Sûriyeyê di binê lîsteyê de ye.
Ev ango çi, heke Sûriyeyê ne karê li pêş be, nexasim di serdema Biden de, rengvedana vê ya çawa li ser beşdariya Amerîka li ser erdê heye?
Robert Ford: Erê. Du tiştên mezin hene ku hêlane Sûriyeyê ewlewiyeteke nimztir be. Yekem: Îdareya Biden naxwaze çavkaniyên zêdetir bi kar bîne, naxwaze pereyên zêdetir li Sûriyeyê xerc bike, naxwaze serbazên bêtir û artêşên bêtir bişîne. Bi rastî, rêveberiya Biden dixwaze çavkaniyên ku bo Sûriyeyê diçin kêm bike. Xala duyemîn jî ew e ku berpirsên bilind wekî serok, wezîrê parastinê, wezîrê dewletê û birêveberê CIA demeke kêmtir ji bo karkirina li ser Sûriyeyê terxan dikin çunke mijûlî dosyeyên xwedî ewlewiyetên bilinddir in wek Ukrayna yan Xeze, li şûna wê, berpirsên astnavîn zêdetir berpirs dibin û ew berpirsên astnavîn jî piraniya caran destpêşxeriyên mezin nakin.
Demekê ku karekî li pêş ê nizmtir e, gelo ev tê wê wateyê ku Amerîka dê kêmtir xema çarenivîsa Sûriyeyê bixwe, tew ji aliyê siyasî ve jî yan jî dê di van salek du salên bê de, wek mînak, hevkêşeya Sûriyeyê çawa bibe?
Robert Ford: Gotina te tam rast e, rêveberiya Biden, tew Trump jî, bi rastî ti planeke wan nebû û ti stratejiyeke wan nebû ji bo ku çawa bandorê li ser arasteya siyasetan li Sûriyeyê bikin an çawa bigihin çareseriyeke dawî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê re.
Di van rojên dawî de, em hin raporan li ser egera vekişîna Amerîka ji Sûriyeyê dibînin, ev rast e gelo?
Robert Ford: Li gor min eger e, lê ne van nêzîkan, dibe ku di salekê yan du salan de. Sedema yekem ew e ku li gor min rêveberiya Biden naxwaze Sûriyeyê biterikîne û weke windakirî xuya bike, çunke ger meha bê, wek nimûne vekişin, dê her kes wer bifikire ku ew ji ber zextên milîsên hevalbendên Îranê ku êrîşî bingehên Amerîka li Sûriyeyê dikin, vekişiyane. Rêvebiriya Biden naxwaze ji Sûriyeyê vekişe û wek windakirî were xuyakirin. Faktora duyem jî ew e ku artêşa Amerîkayê dixwaze beriya vekişîna Amerîkayê Hêzên Sûriya Demokratîk zêdetir amade bike, lewra ji bo perwerdekirin û amadekirina Hêzên Sûriya Demokratîk pêwîstiya wan bi hin demeke bêhtir heye.
Birêz Ford, derbarê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyeyê, tu yek ji baştirîn şehrezayên karûbarên Sûriyeyê yî, pêşbîniya te çi ye? Bo mînak, te behsa HSDê kir, ew herçiqasî xurt bin jî, lê li dawiyê ew tenê masiyek di deryayeke mezin de ne, ne wisa?
Robert Ford: Dibe ku Hêzên Sûriya Demokratîk li rojhilatê Sûriyeyê ji artêşa Sûriyeyê bihêztir bin, niha piştî 10 salan ji şerê navxweyî artêşa Sûriyeyê gelekî lawaz bûye. Artêşa Sûriyeyê beşeke mezin ji hêza xwe ji dest daye, piraniya alavên wê, serkirdeyên wê pir gendel in, lewra dibe ku artêşa Sûriyeyê naxwaze şerekî berfireh li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk bike. Pirs ji bo paşerojê ye ka têkiliya di navbera hikûmeta Şamê û Rêveberiya Xweser li Qamişloyê de dê çawa be, ku em heta niha nizanin. Min dît ku Rûsan çend caran hewl dan navbeynkariyê di navbera Şam û Qamişloyê de bikin, lê bi ser neketin, bi baweriya min, di demekê de ku Amerîkî xwe ji bo vekişînê amade dikin, di dawiyê de jî dê her vekişin, lê di demekê de ku Amerîkî xwe amade dikin vekişin, rola Rûsyayê girîngtir dibe.
Beşek ji têkçûna hewla navbeynkariyê ya Rûsyayê ew bû ku Kurd li bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser bi vê navbeynkariyê ne rehet bûn, çunke bi rastî wan ew bêtir wek handaneke wê îdareyê ji bo vegera li Sûriyeke navendî didît, ne ku parastina mafên xwe wek herêmeke otonom. Li gor te, eger Amerîka vekişe, çarenûsa bakurê rojhilatê Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser zelal nabe?
Robert Ford: Li gor min, desthilatên rêveberiya niha dibin mijara danûstandinên li navbera Şam û Qamişloyê. Du goşeyên girîng li vir hene: Yekem, rola diyarkirî ya Hêzên Sûriya Demokratîk dê çi be? Gelo ew ê 100% tevlî artêşa Sûriyeyê bên kirin an jî dê bibin xwedî statûyeke taybet, wek nimûne, li ser asta betalyon an sektoran. Em nizanin ka gelo hikûmeta Sûriyeyê li Şamê dixwaze Hêzên Sûriya Demokratîk bi temamî tevlî xwe bike, leşker bi leşker an jî wan bi taybetmendî weke yekîneyên Hêzên Sûriya Demokratîk bihêle. Loma ev xalek e… pirsa duyem a mezin ew e ka wê demê dê çi were serê desthilatên Rêveberiya Xweser? Tenduristî, perwerde, çandinî, darayî û ev karên îdarî ku Qamişlo bi rastî ji 2016an ve, tew belkî berî sala 2015an jî ji wan berpirs bû, divê danûstandin bi Şamê re bê kirin ka gelo dê ev berpirsiyariyên kargerî di paşerojê de çawa werin birêvebirin ku li gor min dibe ku bikarin bigihêjin peymanekê di vî warî de. Ji bo min hêsan e ku ez sawêr bikim ku wek mînak Rêveberiya Xweser cîbicîkirina projeyan li ser asta xwecihî ligel hebûna rengekî rizamendiyê ji Şamê berdewam bike. Niha xelkên bîrokrat û rêveberên hikûmî yên amade yên zêde yên Şamê nînin ku wan bişîne Hesekê û beşê rojhilatê Sûriyeyê yan jî rojhilatê çemê Firatê, tewra berî şerê navxweyî jî hikûmeta Sûriyeyê pişta xwe bi aktorên xwecihî girêdida, xasma hêzên eşîrên li derdora Dêra Zorê ji bo birêvebirina Parêzgeha Dêrezorê.
Birêz Ford, gelo Kurd, HSD ê û Rêveberiya Xweser pişta xwe bi hikûmeta Amerîkayê girêbidin ku piştî vekişîna wan hin mafan garantî bikin, yan jî bi kêmanî piştgiriya siyasî, çunke pirsa min ev e, ger bi tenê bên hiştin dikevin rewşeke qels de. Bîne pêş çavê xwe, ev hêz ji aliyê Amerîka ve hatine rahênankirin, Amerîka çek dane wan, ji niha ve jî tên lomekirin û bi cûrekî wek xayîn ji aliyê hikûmeta Şamê ve tên dîtin, ku ez vêya dixim nav du kevanan de ku hikûmeteke zaf nêzî Îran û Rûsya ye. Li bakur jî Tirkiyeyê heye ku li her firsendekê digere daku êrîşî wan bike. Ew dikevin rewşeke pir lawaz de û her kes jî amade ye ku êrişî wan bike.. gelo ew dikarin pişta xwe bi hikûmeta Amerîkayê girê bidin bikin ji bo ku bi kêmanî fişarê li hêzên herêmê û hikûmeta Sûriyeyê bike seba ku hin mafên wan garantî bike?
Robert Ford: Ez kêfxweş im ku te ev pirs kir û li gor min pir, pir girîng e, loma ez dixwazim pir bi eşkereyî bipeyivim. Rêveberiya Xweser û serkirdên cihêreng li wir xeletiyeke pir cidî û mezin dikin ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê pişta xwe bi parastina Amerîkayê girêbidin. Hikûmeta Amerîka nikarîbû alîkariya Artêşa Azad a Sûriyeyê bike. Hikûmeta Amerîka nikarîbû alîkariya hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li Cerablusê bike. Hikûmeta Amerîka nikarîbû alîkariya tîma danûstandinan a Sûriyeyê li Astanayê bike. Fişar an bandora Amerîka li Sûriyeyê bi giştî zaf biçûk e, loma girîng e ku serkirde li Qamişloyê bizanin ku divê di danûstandinan de tenazulan pêşkêşî hikûmeta Sûriyeyê bikin. Ez dixwazim xaleke din zêde bikim. Rêveberiya Xweser niha bi hikûmeta Sûriyeyê re kar dike û tew hin leşkerên artêşa Sûriyeyê hene ku li hin navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hatine bicihkirin, wek li beşeke Parêzgeha Helebê û beşeke Parêzgeha Minbicê. Ango ne wisa ye ku ti têkiliyeke Şam û Qamişloyê nîne, bi rastî têkiliyên wan hene lê ya ku li ser li hev nakin ew e ku paşeroja Hêzên Sûriya Demokratîk û artêşa Sûriyeyê wê çawa be? Li ser wê yekê jî li hev nakin ka dê kî wek mînak pergala perwerdeyê li bajarê Hesekê birêve bibe. Ev tiştek e ku divê danûstandinê li ser bikin.
Ango bi dîtina te baştir e ku Kurd ji niha ve dest bi danûstandin û sererastkirina pêwendiyên xwe li hundirê Sûriyeyê bikin?
Robert Ford: Pêşniyara min ew e ku pêgeha wan bihêztir e di demekê de ku Amerîkî hîna li Sûriyeyê ne, dema ku Amerîkî vekişin ku ez bixwe nizanim dê kengî Amerîkî vekişin, gelo dê di nava salekê yan du salan de be, nizanim. Lê dema Amerîkî vekişin, wê çaxê dê pêgeha Qamişlo ji bo danûstandina ligel Şamê lawaztir bibe, loma baştir e vêga dest bi danûstandinan bikin û li ser hin pirsên teknîkî li hev bikin: Gelo kî dê bûdceyê birêve bibe? Kî dê ji siyaseta perwerdeyê berpirs be? Dê kî berpirsê birêvebirina nexweşxaneyan be? Kî dê ji siyaseta tenduristî berpirs be? Evna pirsên teknîkî ne, loma di vê de li gor min, Rêveberiya Xweser divê bibîne ku dikare beşeke mezin a desthilatên xwe biparêze çunke hikûmet li Şamê qels e.
Li bakur jî Tirkiyeyê heye. Dibe ku eger valahî çêbe xasma piştî vekişîna Amerîka, dibe ku Tirkiyeyê ji bo destpêkirina pêleke nû ya êrîşan amade be û dibe ku li ser erdê jî êrîş bike, lê tew vêga jî di demekê de ku hêzên Amerîka li wir in, em van dawiyan dibînin ku êrîşên Tirkiyeyê zêde bûne û vê carê binesaziya bakurê rojhilatê Sûriyeyê dike armanc. Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdê rexne li Amerîkayê girt ji ber bêdengiya wê ya li hember êrîşên vê dawiyê yên Tirkiyeyê. Ev rexne li cihê xwe ye?
Robert Ford: Ez bi sadeyî dibêjim ku Amerîkiyan ti carî soz nedaye ku Rêveberiya Xweser li hember Tirkiyeyê biparêzin, li şûnê Amerîka hertim xwestiye ku cûrekî rêkeftinê di navbera Tirkiyeyê û Rêveberiya Xweser de hebe. Li gor min, ev jî xaleke ku dibe ku Şam û Qamişlo bikarin li ser li hev bikin. Her du alî, Şam û Qamişlo, dixwazin Tirkiyeyê vekişe derveyî sînorên Sûriyeyê. Şam û Qamişlo dixwazin Tirk êrîşên xwe yên esmanî rawestînin. Lewra xalek heye ku dikarin bi hev re li ser kar bikin. Bi rastî jî dikin. Ev jî sedem e ku Rêveberiya Xweser bang li artêşa Sûriyeyê û Rûsyayê kir ku hêzên xwe bi dirêjahiya sînorê Tirkiyeyê li bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi cih bikin û tewra Rûsya lêgerînên leşkerî jî pêk bîne. Lê têkilî di navbera Qamişlo û Tirkiyeyê de dê dijwar bibe û heta ku di navbera Qamişlo ji aliyekî ve û Şamê ji aliyê din ve lihevkirinek çênebe, dê dijwar jî bimîne.
Pirseke din li ser beşdariya Amerîka li bakurê rojhilatê Sûriyeyê. Gotûbêjên aliyên siyasî yên Kurdî li Rojavayê li bîra me hemûyan in. Ew gotûbêj bi giranî ji aliyê Amerîkayê ve dihatin çavdêrîkirin, lê bi ser neketin û zêdetirî salekê ye seba nakokiyan rawestiyane. Ev nayê wateya ku êdî bala Washingtonê li ser navbeynkariyê nemaye, gelo ev pirsa navxweyî êdî ji bo Amerîkayê hîn girîng e?
Robert Ford: Te bi rastî pirseke baş kir, ez wê rolê bi bîr tînim ku Amerîka di navbera Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê ji aliyekî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji aliyê din ve, partiyên siyasî yên Celal Talebanî li Silêmaniyê li Kurdistana Iraqê, gerand. Wê demê dîplomatên Amerîkî navbênkarî di wê nakokiyê de kir. Bi rastî, hewldanên Amerîka li Sûriyeyê, ez tenê dikarim bêjim ku bi ser neketin, ez nikarim ji te re rave bikim çima, lê ez dibêjim ku beşek ji ber wê yekê bû ku Rêveberiya Xweser li Sûriyeyê bi xwe di hin deman de bi awayekî zordarane tevgeriya, êrişî baregehên partiyên ku ne PYDê ne kir. Dest avêt rojnamevanan û carinan jî ew girtin, loma jî bêbawerî di nav partiyên siyasî yên Kurdî de heye û Amerîkiyan jî nikarîbû rêkeftinekê çêbikin li ser ka rêgezên rikberiyeke siyasî ya dadperwer li bakurê rojhilatê Sûriyeyê çi ne. Heta ku rêkeftinek li ser ka rêgezên rikberiyeke siyasî ya dadmend çi ne ku hemû alî pê razî bin nebe, li gor min, em nikarin ti rêkeftinekê di navbera partiyên siyasî yên Kurdî yên cuda de ku li rojhilatê Sûriyeyê kar dikin çêbikin. Ev cihê xebînetê ye.
Jixwe lihevkirina Kurdan êdî li kîjan welatî dibin bila bibin, hertim pirsgirêk e. Jixwe paşxaneke karkirina te li Îraqê jî heye. Ez dixwazim vê pirsê jî ji te bikim û ez naxwazim wekî rojnamevanekî kawik xuya bikim, lê li gor te, Kurd li Sûriyeyê bi tenê hatine hiştin? Ma dem hatiye ku ew zanibin û ji xwe re bibêjin ku em bi tenê hatine hiştin û dem hatiye ku em bi xwe xwe biparêzin û ya me heye jî ev e?
Robert Ford: Metirsî di dana ser vê rêyê de heye û ez bi nîgeraniyên Kurdan li Iraq û Sûriyeyê re jî hevsoz im, lê rîskek di vê de heye ku ew jî ew e ku di mijara Sûriyeyê de, dibe ku Rêveberiya Xweser bi taybetî li navbera Tirkiyeyê li hêlekê û Şam û Rûsya li hêla din bê guvaştin, Îran jî… ev ne rewşeke aqilane ye ku meriv têwer bibe, loma li gor min dê pir çêtir be ku serkirdayetiya Rêveberiya Xweser rêyekê bibîne û bi rêya Rûsan bi hikûmeta Şamê re bigihîje rêkeftinekê. Ti hezkirineke min ji hikûmeta Şamê re tune. Daxuyaniyên min ên derbarê Beşar Esed û serkirdatiya wî, ne şaş bim, bi salan e têne zanîn û danûstandina bi Şamê re jî ne hêsan e. Ez vê dizanim, lê tu hewl bidî di eynî çaxê de şerê Tirkiye û Şamê bikî, bi eşkereyî, li gor min, ev ji bo rêveberiya Qamişloyê wê bibe xwekuştin.
Bi dîtina te, li gorî rewşa ku em dibînin, siyaseta Amerîkayê ji 2011ê ve heta vêga li hember Sûriyeyê û xerckirina bi milyaran dolar li ser hewla guhertina rejîmê, bi ser neket?
Robert Ford: Siyaseta Amerîka li Sûriyeyê têkçûneke mezin bû, têkçûneke qerase bû, ez ji beşekî wê berpirs im û gelek berpirsên din ên Amerîkî hene ku ew jî berpirs in. Divê ez bêjim, dema ku em li karesata Sûriyeyê dinêrin, gelek kesên Sûrî jî berpirs in, Beşar Esed û fermandeyên wî yên ewlekariyê, berpirsiyariya wê trajediyê heye ku li ser tevan bê dabeşkirin. Lê Amerîkiyan nikarîbû çareseriyeke siyasî ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê re bibînin. Amerîkiyan karîbû DAIŞê li rojhilatê Sûriyeyê têk bibin, lê ev li gor pirsgirêka mezin a welatê Sûriyeyê û paşeroja wê ya siyasî, pirsgirêkeke zaf biçûktir bû.