Endamê Desteya Demezrandina Kompaniya Ovanyayê Yehya Çalî ragihand ku ew niha li ser robotekê dixebitin ku di medyaya Kurdî de ew kar karê edîtor û peyamnêran bike.
Lêkolîn diyar dikin ku mêldarîya bikarhînerên înternetê ber bi kiriyarên înteraktîv ve diçe. Û ji bo pirsên rojane û hêsanî gelek kes dikarin tercîh bikin robotek ji bo wan li milyonan daneyan binêre û bersivekê çêke. Niha du gencên Kurd jî li ser projeyekê dixebitin ku bi hişê çêkirî rojnamegeriya Kurdî pêşbixin.
Endamê Desteya Damezrîner a Kompaniya Ovanyayê Yehya Çalî û Rêveberê Giştî yê Botan Internationalê Murad Bayram ku li ser projeya “rojnamegera robot a bi hişê çêkirî Rony” dixebitin, beşdarî bultena Rûdawê bûn û behsa projeya xwe kirin.
Yehya Çalî da zanîn ku ew rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs bi navê Rony amade dikin û got: “Rony dê di xulekekê de bikare karê 100 edîtoran bike. Ew dê demeke kurt de ji çavkaniyên cuda weke The Guardian, New York Times û malperên din nûçeyan amade bike û ji aliyê ziman ve jî serast bike û bo edîtoran bişîne.”
Derbarê derketina wê fikrê de Yehya Çalî got: “Rojekê ez û kekê Murad re li ser medyaya Kurdî diaxivin û me behsa hewldanên baştirkirina medyaya Kurdî dikir. Me dît ku hejmara rojanameger û edîtorên Kurdî kêm e. Me jî got ku em çawa dikarin ji teknolojiya îro sûd werbigirin da ku di medyaya kurdî de gaveke baş bavêjin? Teknolojî îro ji aliyê hişê çêkirî ve karê me gelek hêsan dike. Ew amadehî hene ku mirov bikare rojnamevanek robot çêbike."
Li ser pirsa Hêvîdar Zana ya “Tu bixwe jî rojnamevan î, tu dixwazî bi Rony me rojnamevanan bê kar bihêlî, Rony dê hevkariyeke çawa bi me re bike? Eger Rony çalak bibe em ji xwe bitirsin?” Murat Bayram red kir ku niyeta wan a ji bo çêkirina robotekî bi vî rengî, bêkarhiştina xebatkarên medyayê be û got: “Berovajî vê niyeta me ew e ku medyayê hêj zêdetir pêş bixin û karê we baştir bibe.”
Derbarê lêkirina navê Rony de jî Bayram got: “Ez dixwazim behsa wê yekê bikim ku çima me nav kiriye Rony. Ez bixwe destpêka medyaya modern a Kurdî weke rojnameya Ronahî ya Celadet Alî Bedirxan dibînim. Ronahî çavkaniyek bû ku îro di Roniyê de em tîrêjên wê dibînin. Berî çend rojan min li analîza nûçeyên Celadet Alî Bedirxan a ji 9 ziman kirî Kurdî li gor pîvanên îro yên Zanîngeha Oxford û New York Timesê nêrî. Min dît ku di bingeha xwe de asta rojnamevaniya Kurdî di asteke bilind de ye, lê ji bo bihêzkirina wê jî divê em derfetên îro yên rojnamegeriyê jî bikar bînin.”
Li ser asta aqilane ya robot û proje çawa bi pêş ve diçe jî Çalî got, "Bêguman ji bo pêşvebirinê rê û dem dixwaze. Eger bi temamî bigihêje armanca xwe, dê karibe bi tenê dezgeheke medyayê bêyî çavdêriya mirovan bi rê ve bibe.”
Murad Bayram eşkere kir ku Rony niha bi rêya bernameyên amade yên wergerê dixebite û niha ew karê rêzimaniya wî ve mijûl e.
Çalî jî da zanîn ku Rony dê destpêkê agahiyan ji çavkaniyên din berhev bike û dê wergerîne bo Kurd, lê ji bo pêşxistinê pêwîstî bi zêdetir dem heye.
Botan International a di warê rojnamegeriya Kurdî de lêkolîn û xebatan dike û perwerdehiya rojnamegeriyê dide diyar kir ku amadekariyên xebata rojnamegera robot a bi hişê çêkirî ya Kurdî 'Rony' bi dawî bûne.
Ji aliyê din ve Botan Internationalê li ser hesabê xwe fermî yê Twitterê daxuyaniyek da û got, “Rony rojnamegereka robot a Kurdî-nivîs e. Kodên wê tên nivîsîn û dê 2023yê li Botan Internationalê dest bi karê xwe bike. Ew 109 zimanan dizane û bi hev re dikare bi hezaran nûçeyan bixwîne, bike Kurdî, kurt û serast bike û ji edîtorên xwe re rêke.”
Botan International a ku navenda wê li Amed û Şirnexê ye, di warê çapemeniya Kurdî û azadiya raderbirînê de projeyan amade dike û xebatan dimeşîne.
Ev sazî bi hevkariya Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) xebatên xwe dimeşîne.
Nûçe: Rûdaw