Di 17.12. 2016ê di roja alaya Kurdistanê de li Almanaya, Danimarka û Swêdê di eynî rojê û saetê de xwepêşandin li dar dikevin û roja alaya Kurdistanê pîroz dikin.
Li Almanyayê Hevkarîya Hêzên Kurdistanî di bin slogana ”bi hevre ala Kurdistanê bilind bikin, rêz û dilsozîya xwe bo pêşmergeyên Kurdistanê, parêzvanên al û niştiman, dubare bikin” de li bajarê Kolnê li dar dikeve.
Li Swêdê Federasyona Komeleyên Kurdistanê di bin durişmaya ”Serxwebûn ber derî ye, ala pîroz hilde jor” li Stockholmê ber Meclîsa Swêdê xwepêşandinek girseyî li dar dixe.
Li Danîmarkaya Hêzên sîyasîyên Kur û Kurdistanê û Federasyona Komeleyên Kurd li Danîmarkayê di bin navê "meşa serxwebûna Kurdistanê" roja alaya Kurdistanê li Christiansborg Slotsplads, Kopenhagenê pîroz dikin.