Hin roj dibin sedem ku mirov daxwaziyên dilê xwe binivsine…
Nivisên herî xweş û dil şewat piştî mirina insanan tê nivisandin.
Bi xwe ez piştî 50 salî giham vê qenetê ku dibê mirov hisên xwe yên li hemberî hezkiriyên xwe di saxiya wan de binivsine….Dîsa pişti 50 salî fêri tiştek bûm ku hezkirin û hîsên li hemberî kedkarên doza Kurdistanê di wexta xwe de were nivisandin ewê bi hazirî pêşwaziya xatir xwestinê bikin.
Iro roja dayika ye
Iro roja dayika min e
Iro roja dayika we ye…
Zindî an mirî bin, emê bi şikleki wan bi bir binin.
Kî kare ji me tarifa keda dayika xwe bike...
Kî kare ji me êşa ku wan jibo me kişandiye binivsine...
We nizanim?
Û nizanim ku hunê çi binivsînin.. lê ezê tiştek binivsînim…êşa dayikên ku zarokên wan bi siyasetê mijûl dibin pir û pir in…
Dayika min ji sedema tercihên min î siyasî pir zehmetî kişand…
Di wan şevên tari de, di wê sar û seqemê de li ber girtigeh, dadgeh û qereqola polisan pir sekinî…Işkence dit, rastî neheqiyan hat.Tenê ma, wek dayikên ku zarokên wan li serê çiyê ne her dem qirin û giryên xwe veşart…
Heta rojek emrê min hebe ezê minetarê ked û êşa ku wê di ber min de kişandiye bibim.
Tarîfek wê hebe:
Ew mizgeft e, dêr e,dergeh e,laleş e…
Ew heval e,bira ye, bav e…û bi tayibetî jibo min ilm-dibistana zaningehê ye.
Bi munasebeta vê rojê, roja dayika min û hemû dayikên Kurdistanê piroz be.
Ez minetarê ked, xebat û êşa ku wan jibo doza Kurd û Kurdistanê kişandine…