Roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê diyar bû

.

Dê hilbijartinên Herêma Kurdistanê 25ê Sibata 2024an bêne kirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab, ragihand ku ji bo diyarkirina roja hilbijartinên Herêma Kurdistanê bi tevên aliyên pêwendidar re danûsitandin hatine kirin û biryar hatiye dayîn.

Şehab, da zanîn ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo roja hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê 25ê Sibata 2024an diyar kiriye.

Dilşad Şehab amaje pê kir ku ev roj, şewra hemû aliyan e û got, “Piştrast bin ku hemû aliyan ji bo ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an were kirin li hev kiriye.”

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê, herwiha ragihand ku Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) jî piştgiriyê dide vê biryarê.

Şehab herwiha da zanîn ku YNK, piştgiriyê dide tevên biryarên Serokê Herêma Kurdistanê yên ji bo parastina statuya Herêma Kurdistanê. 

Kurdistan Haberleri

Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî civiyan
Serok Barzanî pêşwazî li Wezîrê Derve yê Fransayê kir
Ji zanîngeheke Amerîkayê biryareke dîrokî: Êdî komkujiyên li hemberî Kurdan tên arşîvkirin
Netanyahu: Îran gefeke mezine li ser Cîhanê
Barrot: Herêma Kurdistanê faktoreke girîng a ewlehiya herêmê ye