Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bû

.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê 20ê Çiriya Pêşîn a 2024an bên kirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab ragihand, Nêçîrvan Barzanî destnîşan kiriye ku dê hilbijartinê 20ê Çiriya Pêşîn bên lidarxistin.

Dilşad Şehab destnîşan kir ku dê biryar ji îro pê ve bikeve meriyetê û got:

“Aliyên pêwendîdar dê bi Komîsyona Hilbijartinan a Serbixwe ya Îraqê re di nava hevahengiyê de bin û dê ji bicihanîna biryarên pêwîst berpirsiyar bin.”

Dilşad Şehab herwiha amaje pê kir ku bîr û rayên hemû aliyên pêwendîdar hatine nirxandin û piştî wê roja hilbijartinan hatiye diyarkirin.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî berê biryar dabû ku hilbijartin 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Dadgeha Federal a Îraqê, li ser giliyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) biryar dabû ku kotayên pêkhateyan ên li Parlamentoya Kurdistanê bên rakirin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştî vê biryarê ragihand ku dê beşdarî hilbijartinan nebe lê piştî hevdîtinên bi aliyên din re dîsa biryar da ku beşdarî hilbijartinan bibe.

Dem gelekî guncav e

Li hêla din, Serokê Tîma Rojnamegeriyê ya Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê Îmad Cemîl ev biryar ji Rûdawê re nirxand.

Îmad Cemîl diyar kir di navbera Komîsyona Hilbijartinan a Îraqê û Serokatiya Herêma Kurdistanê de hevahengî heye û got:

“Dema hilbijartinan gelekî guncav e. Em dê dest bi xebatên xwe bikin da ku hilbijartin wê demê bên kirin.”

Kurdistan Haberleri

Besam Îshaq: Amerîka dê 400 leşkerên xwe li Sûriyeyê bihêle
Papayê Vatîkanê mir
Îlham Ehmed: Amadekariyên lidarxsitina konferansa Kurdî li Rojavayê Kurdistanê gehiştine qonaxa dawiyê
CPT: Tirkiyeyê 97 caran sînorên Herêma Kurdistanê bombebaran kirine
Zêdetirî 3,800 kuştî: Mîrata xwînrij a 14 salan a şerê Sûriyeyê ye